top of page

Dawî zanyarî li ser operasyona Tirkiyê: 3 şervanên YBŞê birîndar in


Tirkiyê derengiya şeva bihorî operasyonek bi navê Penceya Baz bo ser baregehên PKKê destpê kir û li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, balafirên wan ên şer 81 cihên PKKê li Qendîl, Şingal, Mexmûr, Qereçûx, Zab, Avaşîn û Basyanê bombebaran kirine. Li gor zanyariyên destpêkê, li Şingalê, 3 şervanên YBŞê birîndar bûne.

Li Şingalê 3 endamên YBŞê birîndar in

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê, Tehsîn Qasim ragihand, “şeva bihorî balafirên cengî yên Tirkiyê zêdetirî 20 caran Çiyayê Şingalê bombebaran kirin.”

Tehsîn Qasim got, balafirên Tirkiyê herwiha zêdetirî 10 mûşekan arasteyî Çiyayê Çil Mêran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, bombebarana devera Şingalê bo dema 45 xûlekan berdewam bûye.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, herwiha li gor zanyariyên destpêkê, di bombebarana devera Şingalê de 3 endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) birîndar bûne.

Şaredariya Kampa Mexmûrê: Zirarên canî tune ne

Hevserokê Şaredariya Kampa Mexmûrê, Bedran Pîranî derbarê êrişa li ser wê kampê de ji Rûdawê re ragihand, şeva bihorî Kampa Mexmûr derdora saet 12:02 deqeyan hat bomebarankirin û heta saet 01:00 an 01:10 deqeyan bombebaran berdewam bû.

Bedran Pîranî got, balafirên Tirkiyê rojhilatê kampa Mexmûrê bombebaran kirin û derbarê ziraran de jî got: “Ziyanên maddî hene, lê ti zirarên canê çênebûne.”

Pîranî destnîşan kir, “bombebaran tenê di navbera 50-100 metreyan dûrî navenda Kampa Mexmûrê bû” û tekez kir, ji ber dengê balafiran û teqînan, “6 zarok li hişê xwe çûn û me ew zarok rakirin nexweşxaneya kampê.”

Hevserokê Şaredariya Kampa Mexmûrê herwiha rexne li bêdengiya hikûmeta Iraqê girt û got: “Mixabin ku balafirên Tirkiyê bi sedan kîlometriyan derbas dikin û êrîşî kampa penaberan dikin û serweriya Iraqê binpê dikin, lê hikûmeta Iraqê bêdeng e.”

Li Enqerê navendek bo şopandina operasyonê hatiye avakirin

Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê, şewket Herkî ragihand, alîgirên hikûmetê û herwiha aliyên opozisyonê yên wek CHP piştgirya êrîşê dikin, lê hin nerazîbûn jî hene, ku ne tenê ji aliyê Kurdan ve ye û hin kes û alî dibêjin, ew operasyon jibo guhertina rojevê ye.

HDP û partî û rêxistinên Kurdî, bêtir li dijî operasyonê derdikevin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, li Enqerê navendek ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve bo şopandina wê operasyonê hatiye pêkanîn.

Li Duhokê cihên ku hatine bombebarankirin, hatine valakirin

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê şeva bihorî navçeyên Gare, Zab, Avaşîn û Basyan ên ser bi Amêdiyê ve û herwiha devera Dînartê ya Akrê bombebaran kirin.

Nasir Elî diyar kir: “Di destpêkê de bakafirên cengî bombebarana li ser navçeyên qeza Amêdiyê destpê kirine û paşê navçeyên Berê Gare û gundên Kafêye, Sarkê û Rêdênê yên ser bi nahiyeya Dêrelûkê ve bombebarankirine, piştre jî devera Dînarte ya li sînorê qezaya Akrê bombebaran kirine.”

Bi gotina çend kesan ku ji cihê bombebarankirî ve têkilî bi Rûdawê kirine, dengê firokeyan û bombebaranan ji demjimêr 12ê şeva bihorî ve heta 01:30 şevê berdewam bûye.

Qendîl û devera Biradost hatine bombebarankirin

Peyamnêrê Rûdawê yê li Soranê, Bextiyar Qdir ragihand, herdu deverên Biradost û Quntarê Qendîlê ketine ber êrîşa duh şev a balafirên Tirkiyê.

Bextiyar Qadir dibêje, ji 15ê Gulanê ve ku Tirkiyê Zînî Wertê bombebaran kiribû, heta îro Tirkiyê ew dever bombebaran nekiribû û êrîşa şeva bihorî yekemîn êrîş bo ser deveê piştî 15ê Gulana îsal bû.

Bi gotina Bextiyar Qdir, “bilindahiyên Dirrebî hatine bombebarankirin.”

Rêveberê Nahiyeya Wertê, Muslîh Zirar jî têkildarî êrîşa duh şev ji Rûdawê re got, “li bilindahiyên Dirrebiyê xelk najî, lewma ti zirarên canî çê nebûne.”

Li Quntara Qendlîsê jî, gundên sînorên bajarokên Jarawe û Sengeserê jî hatine bombebarankirin.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, şeva bihorî Gelî Bedran jî ku dikeve nîveka Quntara Qendîlê, hatiye bombebarankirin

RÛDAW

bottom of page