top of page

Dawî zanyarî li ser aşûta Wanê


Hejmara kesên ku di bûyera aşûta li Muksê de jiyana xwe ji dest dan derket 36 kesan û li cihê bûyerê lêgerîna rizgarkirinê berdewam e. 

Li navçeya Muksê li herêma ku aşût lê ket di xebatên lêgerînê de cinazeyê kesekî din jî hat derxistin. Di bûyerê aşûta duyem de hejmara jimara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîşt 36 kesan.

Ekîbên Lêgerîn Rizgarkirinê yên Cendirme (JAK) û AFADê li herêma ku şepe lê çêbûye xebatan didomînin.

Li ser rêya navçeya Miksê ya Wanê du rojan li pey hev aşût pêk hat. Di bûyera yekemin de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û ligel vê hejmara teviya cenezayên hatine derxistin derket 41ê. 

Heta niha derbarê hejmara çend kes di bin aşûtê de ne agahiyek zelal nehat bidestxistin.

RÛDAW

bottom of page