top of page

Dawî amarên tûşbûna bi vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê


Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê şeva bûr di daxuyaniyekê de dawî amarên derbarê tûşbûna(rastlamak) bi vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê aşkere kirin.

- Hejmara welatiyên kerentî bûne (3219) welatî li (30) cihên cuda. Niha tenê (842) welatî di kerentiyê de mane û (2377) welatî piştî du hefteyan derçûne û vegeriyane malên xwe.

- Di heyama 24 demjimêrên bûrî de (251) pişknîn hatine kirin, ji nava wan (9) hilgirê vîrusa Koronaya nû COVID-19 bûn, (1) li Hewlêrê, (8) li Silêmaniyê, ku xelkê Helebceyê ye û ji Îranê vegeriya bû.

- Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê heta niha (28) halet hatine tomarkirin, ji wan kesekî canê xwe jidest daye, kesek bi temam baş bûye û yên di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê careke tekeziyê dike û daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rêkarên tenduristiyê bibin, li malên xwe bimînin û dernekevin derve û di dema pêwîst pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.

S. B

K24

bottom of page