DAIŞê êrişî gundekî Dûbizê kir: Şehîd û birîndar hene

Li Gundê Çexmaxe yê Dubiz şer di navbera DAIŞê û xelkê gund de derket û di encamê de 4 kes ji xelkê gund şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku DAIŞê êrîş bir ser gundê Çexmaxe li sînorê navçeya Dubiz a Kerkûkê û şer û pevçûn di navbera xelkê gund û çekdarên DAIŞê de derket.
Di encama şer de 4 kes ji xelkê gund şehîd bûne û 3 kesên din birîndar bûne.
Salar Sabir, ku xelkê gundê Çexmaxe ye ji Rudawê re ragihand, çekdarên DAIŞê çûne di nava gund de, teqe li hejmareke gencan kiriye ku li dikanekê nargileyê kombûne.
Cenazeyê şehîdan û birîndaran bo nexweşxaneya lihewarçûna Kerkukê hatine veguhastin.
RÛDAW