Dadgehê 9 sal 4 meh cezayê girtîgehê li Selçûk Mizrakliyî biriye


Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli îro li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dadgehkirin û di encama dadgehkirinê de bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” 8 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakliyî birî.

Mizraklî beşdarî danişînê nebûye.

Piştî parastina parêzerên Mizrakli, Zulal Erdogan, Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 9 sal, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakli birî.

Zulal Erdogan, parêzera Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakliyî derbarê cezaya ku dane Mizrakli da ji bianettê ra axivîye û gotîye, "li ser delîlên dij hiqûqê ceza dane. Emê biçin îstinafê, dadgeha bilind û DMMEyê.

Bi biryara Wezareta Karên navxweyî 19yê Tebaxê qeyûm li şuna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakliyî hatibû tayin kirin. Danişîna biryarê ya Mizrakliyî îro li 9em Dadgeha Cezayê Girana Amedê hatiye li dar xistin.  Mizrakliyî bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” 9 sal û 4 meh ceza girtî ye.

Parêzerên Mizrakli, Zulal Erdogan, Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal di danişînê da amade bûn.

Zulal Erdogan, parêzera Mizrakliyî, derbarê biryara dadgehê da ji bîanettê ra axivîye û gotîye; "li ser delîlên dij hiqûqê ceza dan. Ji bo bi dawî hatina bê hiqûqîyê emê tekoşîna xwe bidomînin. Emê îstinafê, dadgeha bilind û DMMEyê. Dozger li gor beyanên îtirafker daxwaza cezayê kir. Îddîayên ku di dosyê de wek delil peşkeş kirin em wan delîlan weke dijî hiqûqê dijmêrin û pêvajoya hiqûqî wê dewam bike". (RT/AY/FD)

Fotograf: Ajansa Mezopotamya

BÎANET