top of page

Dadgehê 16 sal cezayê girtîgehê da hevşaredara berê ya Nisêbînê


Dadgeha Mêrdînê di rûniştina doza Hevşaredara Nisêbînê ya HDPê Sara Kaya ku ji 13ê Çileya 2020an ve girtî ye, 16 sal cezayê girtîgehê birî.

Rûniştina doza Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya îro 22yê Hezîranê li 4emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê birêve çû ku Kaya bi tawanên “Xerakirina yekitî û yekparçebûna dewletê” û “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin.

Kaya ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi rêya SEGBÎSê tevlî rûniştina dadgehê bû ku parêzerên wê jî li dadgehê amade bûn.  

Heyeta dadgehê pêşî biryara 9 sal cezayê girtîgehê eşkere kir û piştre jî ew ceza hincetên cuda zêde kir û cezayê ku li Kaya hat birîn gihîşt 16 salan.

BasNews

bottom of page