top of page

CPJ: Divê Rêveberiya Xweser zû moleta karkirinê bide Vîviyan Fetah


Rêxistina Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) daxwazê ji berpirsên Rêveberiya Xweser dike biryara ragirtina karê Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê Vîvyan Fetah hilweşîne û rê bide rojanamevanan, ku bi awayekî azad karên xwe bikin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dibêje, li gorî daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê, duh, Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, moleta karê medayayî ya Vîvyan Fetah, heta 2 mehan radigire û bi wî corî jî, rê nade di wê demê de weke rojnamvan kar bike. Komîte herwiha dibêje Vîvyan Fetah, peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ye û wêneyek ji fermana ragirtina karê wê peyamnêrê di portala Rûdawê de, hatiye belavkirin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dide zanîn ku, sedema ragirtina moleta karê Vîvyan Fetah, ji ber wê yekê ye ku dema di raporteke xwe de, roja 7ê vê mehê, behsa endamên kuştî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk kiriye, peyva “kuştî” li şûna “şehîd” bikar aniye.

Nûnerê Komîteya Parastina Rojnamevanan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dibêje: “Nabe rê li ber ti peyamnêrekî bê girtin, tenê ji ber bikaranîna peyvekê ku ji bo pênasîna leşkerên kuştî li seranserî cîhanê tê bikaranîn. Divê berpirsên Bakurê Rojhilatê Sûriyê zû moleta karkirina medyayî bidine Vîvyan Fetah û dest ji wê yekê berdin ku destêwerdanê di karê rojnamevanî de bikin.”

Îro jî, di hevpeyvîneke telefonî de, Vîvyan Fetah, ji “Komîteya Parastina Rojnamevanan” re ragihand, ji wê dema ku ew daxuyanî belav bûye, ew li malê ye, ji ber ku bi rêya name û torên medyaya civakî, gelek gefa kuştinê li hatiye kirin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dibêje, fermana wê ragirtinê nîşanê bi wê yekê dide, ku Vîvyan Fetah sivikatî bi serbazên kuştî û malbatên wan kiriye û malbatên wan di vê derbarê de gilî kiriye, herwiha behsa wê yekê jî kiriye ku Vîvyan red kiriye daxwaza lêborînê bike, li beramber wê zarava ku bikar aniye.

Komîteya Parastina Rojnamevanan nîşanê bi wê yekê jî dide, ku Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniya xwe de, ragirtina karê peyamnêra xwe protesto dike û dibêje, “Bikaranîna peyva “kuştî” hevokeke rojnamevanî ye, di çarçoveyeke medyayî ya dûr ji her mebesteke siyasî hatiye bikaranîn, ji ber wê yekê jî, ew şiroveya siyasî ku jê re hatiye kirin, bi tevayî ne dirust e.”

Vîvyan Fetah, ji “Komîteya Parastina Rojnamevanan” re ragihand, duh êvarê zelalkirin di vê debarê de da û got “Mebesta min ne ew bû ku sivikatiyê bi ti kesekî bikim, lê belê min peyva “kuştî” weke peyveke bêalî bikar aniye. Dema nêzîkî 7 salan em li Rûdawê peyva “şehîd” bikarnaynin.”

Vîvyan Fetah nîşan bi wê yekê jî da, “Bi bikaranîna peyva kuştî, ne mebesta min bû ku sivikatiyê yan bêrêziyê bi ti kesekî bikim. Min daxwaza lêborînê nekir, ji ber ku min bêrêzî bi kesekî nekiriye.”

Komîteya Parastina Rojnamevanan nîşanê bi wê yekê jî dide, ku nameyek ji bo wê mebestê ji bo nivîsgeha medyayî ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandiye, lê heta niha ti bersiv jê re nehatiye.

Duh 10ê Gulana 2020 Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê briyar dabû, ku peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah bo dema 2 mehan ji karê rojnamevaniyê qedexe bike û ew bi bêrêzîkirin bi şehîdan tometbar kiribû.

RÛDAW

bottom of page