top of page

COVID-19: Rewşa dawî ya li Cîhanê


Li seranserê Cîhanê hejmara nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) gihîştiye milyon û 607 hezar û 595 kesan. Heta niha 95 hezar û 785 kes mirine.

357 hezar û 164 kes piştî dermankirinê baş bûne.

 Li New Yorka DYAyê hejmara miriyan ji 7 hezarî derbas bûye

 Li DYAyê bajarê ku herî zêde virusê lê tesir kiriye, New York e. Li wî bajarî hejmara miriyan zêdetirî 7 hezarî ye.

Li DYAyê hejmara nexweşên vîrusê zêdetirî 468 hezarane û heta niha ji ber vîrusa Covîd-19ê, 16 hezar û 697 kes mirine.

Li Îspanyayê kêfxweşiya bi bisiklete

Li Îspanyayê rewşa awarte hê didome. Li bajarê Madrîdê destur bi tenê ji bo çûna dikan û dermanxaneyê tê dayîn. Hatiye dîtin ku ji ber karantînayê welatîyek di şaneşînê de bisiklete bikartîne.

Herweha li tevahîya wî welatî heta niha 153 hezar û 222 kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine û 15 hezar û 447 kes jî bi vîrusê mirine.

Brezîlya

Li gor nûçeya çapemeniya Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro, Serokê wî welatî li bajarê Brasiliayê serdana pastaxaneyekî dike û bi xebatkaran re sihbet dike û wêneyan dikêşîne.

Bolsonaroyî dema li pastexaneyê tê derê, welatiyên ku li derdorê ne dibine ku ew û ekîba wî maske û lepikan bikarnahînin wan protesto dikin û welatiyan jê re gotiye "biçe mala xwe".

Li Afrîkayê Polîs bi fîşegan bera welatiyan dide

Li gor nûçeya BBCyê li welatên Afrîkayê di warê pergala tenduristîyê de qeyranek mezin rû da ye. Wan welatan ji bo rê li şewbê bigrin, biryarên tund stendiye. Li hin welatên Afrîkayê ji bo rê li şewba Covîd-19ê bigirin, biryara bikaranîna çek, qemçî û bombeyên gazê hatiye stendin.

Piştî  girtina vê biryarê polîs û leşker li kuçe û kolanan bi tundî êrişî welatiyên ku li dervene dike. Li gor nûçeyê di êrişan de mirin jî pêk hatiye.

Îtalya

Hukumeta Îtalyayê destnîşan kiriye, tedbîrên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de girtibû dê ji meha Gulanê pê ve sivik bikin.

Swêd

Li Swêdê derketiye holê, ku nexweşxaneyekî ferman daye doktoran û gotiye, ew kesên temenê wan li ser 80ye û vîrus pê re ye negrin unîteya nexweşên giran.

Li Pakistanê ji bo malbatan alîkarî hatiye dayîn

Li bajarê Haydarabata Pakistanê ji ber vîrusê di çarçoveya bernameya Pêşiniya bi Lez a Ehsaaseyê alîkariya pereyan ji malbatên pêwîstiya wan bi alîkariyê hene re kirine. Her weha ji bo sere her malbatê 12 hezar rûpîyê Pakistanê hatiye dayîn.

Li Avrasyayê hejmara nexweşan zêde dibe

Li Azerbaycan, Ozbekistan, Kazakistan, Gurcistan û Moldovayê ji ber vîrusa Covîd-19ê hejmara berket û miriyan zêde dibe.

Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Kazakistanê, li wî welatî hejmara nexweşan bi zêdebûna 5 kesan ve gihaştiye 764an. Her weha heta niha 60 kes jî li piştî dermankirinê baş bûne.

Fînlandiya

Li Fînlandiyayê  Zanîngeha Aaltoyê, Enstîtuya Meteorolojiyê ya Fînlandiyayê, Navenda Lêkolîna VTT Teknîkî ya Fînlandiyayê û pisporên zanîngeha Helsînkiyê lêkolînekî derbarê veguhestin û belavbûna Covid-19ê bi rêya hewayê de pêkanîne. (PT/AY/FD)

BÎANET

bottom of page