top of page

CNK: Armanca êrişên Tirkiyê astengkirina serxwebûnê ye


Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna bingehên PKKê weke “dagirkerî” pênase kir û ragihand, ku armanca wan êrişa ew e ku rastiya netewe-dewletî ya Kurdan û têkoşîna wan a serxwebûnê asteng bike.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê bi daxuyaniyekê tevgerên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku “Komara Tirkiyê ya kolonyalîst êriş û dagiriyên xwe yên li ser her sê parçeyên Kurdistanê bênavber didomîne.”

CNK dibêje: “Di demên dawî de Komara Tirk di qadeke fireh de bomberanên ku bi êrişa hewayî dike, li Kurdistana Başûr ji Kampa Penaberan a Mexmûrê ku hetanî Biradost û Şengalê jî dirêj dibe (Qadên cihnişînên sivîlan jî têde heye) ku ji alî Komîseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî jî tê naskirin, xuya dike ku Komara Tirk xwestekên xwe yên mêtinkar dixwaze fireh bike û asta êrîşên xwe jî bilindtir bike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de CNK dibêje herçend Tirkiyê hebûba binkeyên PKKê weke sedem nîşan bide jî “armanca dewletê ya bingehîn ligel xwestekên xwe yên mêtinkar diyar e ku rastiya netewe-dewletî ya Kurdan û têkoşîna wan ya serxwebûnê asteng bike.”

Herwiha bagn li civaka navnetewî dike û dibêje: “Bêdengiya civakên navneteweyî berdewamiya êrîşên Komara Tirk ên bi vî awayî rê li ber wêrekiya bilindkirina doza dagirkeriyê li Kurdistana Başûrrojava vedike. Em wekî CNK, Neteweyên Yekbûyî di serî de em bangî civakên navneteweyî dikin da ku zextekî li ser Dewleta Tirk çêbikin û ev êrîş bi dawî bibin.”

RÛDAW

bottom of page