top of page

Civata wezîran çend pirsan gengeşe dike


Çavkanîyekê ji Civata Wezîran bi Kurdistan24 ragehand, Evro, Sêşembîyê 25/2/2020 bi serperiştîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî encam dide û guhetin, pêşhatên Îraqê û encamên pişikdarîya hikumeta Herêma Kurdistanê di konfiransa Miyonşinê û pilan, pêngav û rêkarên hikumeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna metirsîyên vayrosa Koronayê gengeşe dikin.

Tewerên civîna sibe ji van teweran pêk tê:

1- Gotûbêjkirina dawî pêşhat û guhertinên li Iraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê.

2- Encamên beşdariya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî di Konferansa Munchenê û hevdîtinên li Îtalya û Vatîkanê tên nirxandin.

3- Plan, pêngav û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna metirsiyên Vayrûsa Korona bi amadebûna parêzgarên Herêma Kurdistanê tên guftûgokirin.

K24

bottom of page