Civîna şanda rewşenbîran a li gel ENKSê bidawî hat

Şanda kesayetî û rewşenbîrên bajarê Kobaniyê li Rojavayê Kurdistanê ji bo nêzîkirina aliyên siyasî Kurdî wê îro li gel Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civiya.
Peyamnera Rûdawê li Qamişlo Vîviya Fetah ragihand ku şanda kesayetî û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ku duh li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî civiyabû, îro ligel ENKSê civiya û biryar îro demjimêr 14.00 li gel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bicive.
Vîviyan Fetah diyar kir ku şanda kesayet û rewşenbîran bi awayekî germ ji aliyên rayedarên ENKSê ve hatin pêşwazîkirin û civînê saetekê berdewam kir.
Peyamnerê ma da zanîn ku aliyê ENKSê bi erênî pêşwazî li nêrîna şanda mêvan kiriye.
Vîviyan Fetah herwiha destnîşan kir ku derbarê naveroka civînê de ti daxuyaniyek nehate dayîn.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî piştî civîna li gel şanda rewşenbîran ji Rûdawê re ragihandibû, “Pêşketinên baş hene û dê encamên wê di rojên bê de xuya bibin.”
Herwiha Fermandarê HSDê daxwaz ji hemû partî û dezgehên civaka sivîl kiribû, piştgîriya yekrêziya aliyên Kurdî bikin.
Wan rewşenbîr û parêzerên Kurd ji bo pêkanîna yekrêziyekê di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê, meha Çileya îsal destpêşxeriyek dabûn destpêkirin.
RÛDAW