top of page

Ceneze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin


Serdozgeriya Komarêya Dersimê pişti 3 salan cenazeyê Agît Îpek xistin pakêtek kargo û bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin. 

Cenazeyê Agît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya 23’yê Gulana  2017’an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, 3 sal şûnde ji mallbatê re şandin. Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê piştî encama testa DNA'yê li ATK'e ya Stenbolê diyar bûn, bi kargoyê hestî xistin pakêtekê bi rêya PTT'ê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Cenazeyê Agît Îpek ê ku di 2’yê Adarê da ji Dersimê şandin Amedê, îro teslîmî malbata Îpek a li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê rûdinê kirin. Di gulana 2019’an de rayedar li malbatê geriyan û diyar kirin ku cenazeyek hatiye dîtin. Li ser vê yekê malbat çû Dêrsimê û ji bo testa DNA’yê xwîn dabûn. 

Malbata Îpek, ji bo cenazeyê kurê xwe Agît Îpek li Gundê Tizyan ê Navçeya Artûklû ya Mêrdînê defin bikin bi rê ketin. 

MA / Fahrettin Kılıç - Ayşe Surme

bottom of page