top of page

Brîtanya îşev ji Yekîtiya Ewropayê derdikeve


Brîtanya îşev ji Yekîtiya Ewropayê derdikeve û biryar e alîgir û dijberên Brexitê li ber parlamentoya wî ‎welatî bicivin û bi armanca rê li aloziyan bê girtin hêzeke zêde ya polîs li nav Londonê hatiye belavkirin.

Beşeke zêde ya Brîtaniyan ji derencamên aborî yên Brexitê nîgeran in lê parlamenterekî partiya ‎desthilatdar ji Rûdawê re dibêje, xelkê Brîtanyayê dixwestin ji nav Yekîtiya Ewropayê derkevin lewma di ‎hilbijartinê de piştgiriya Boris Johnson kirin.‎

Demjimêr 12ê şevê bi dema Londonê, Brexît diçe warê cîbicîkirinê, û qonaxek veguhêz li Brîtanyayê destpê dike û qet ev welat navê wî di Yekîtiya Ewropayê de nyê gotin.

Alîgirên Brexîtê li Brîtanya bi vê pêngavê dilxweşin û dibêjin, aboriya Brîtanya baştir dibe û London dibe xwediyê biryara xwe.

Mathew Patten,parlementarê berê li Yekîtiya Ewropayê, dibêje, “Bi nerîna min ev rojek zêde mezin e bo Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê. Bi raya min ev mezintirîn roje di dîrokê de bo Brîtanyayê di dema 400 salên borî de. Wate di wê dema ku Melik Hênrî yê heştem, ku Brîtanya ji Kenîseya Rom derxist, niha hestekî wiha heye, ji ber vê yekê ev tiştekî zêde mezine, û encamek zêde mezin jî bo Brîtanya û Ewropayê jî dibe.”

Lê hinek ji welatiyên vî welatî ev biryar ne bi dilê wane, û bi rêya xwepêşandanê xema derketinê ji Yekîtiya Ewropayê tînin ziman.

Stev Bray, xelkê Londonê, diyar dike, “Bi rastî niha hestekî min ê nexweş heye. Xemgînim, sipsiya wê dema ku em ligel Yekîtiya Ewropayê bûn. Niha Kampeyna me hat guhertin, niha pirsyar ew nîne, ka gelo vegerin nav Yekîtiya Ewropayê yan na, pirsyar ew e ka kengî emê vegerin, nizanim ew yek çend sal divê.”

Li aliyekî din, komelek welatiyên Brîtanî li Brokselê li pêşiya Parlementoya Ewropayê kom bûn, û hinek poster bilind kirin, û digotin peywendî herdem di navbera London û Brokselê de bihêz dimîne.

Neck Krospay, welatiyê Brîtanya li Belçîkayê, radigihîne, “Em hest bi nerehetiyê dikin, ji ber ev tişta ku em ji dest didin, ji ber ew karê me pêkve pêk anîbû û niha pêwîste dawiyê pê bînin. Ez xemgînê siberojê me, ku siberojek nexweş dibe.”

Piştî bidawîbûna qonaxa veguhêz ku heta dawiya vê sale berdewam dibe, çendîn guhertinên aborî û siyasî bi ser peywendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê de tên, û welatiyên herdû aliyan nikarin wek berê hatin û çûnê bi visayê li ser sînoran bikin.

RÛDAW

bottom of page