top of page

Bo yekemîn car Rûdaw derbasî nav balafirxaneya Qamişlo bû


Li Rojavayê Kurdistanê hêzên Tirkiyê û Rûsyayê di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de dewriyeya hevbeş pêk anîn ku helîkopterên Rûsyayê jî beşdarî bûn. Tîma Rûdawê ligel helîkoptera Rûsî ji asmanan ve dîmenên dewriyê û Rojavayê Kurdistanê tomar kir.

Di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de îro Duşemê 20 Nîsana 2020an dewriyeya hevbeş a 54emîn pêk anîn û têde helîkopterên Rûsî jî beşdar bûn.

Helîkoptera ku ji balafirxaneya Qamişlo rabû tîma Rûdawê jî têde cihê xwe girt.

Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şerê diyar kir ku karwana leşkerê ya Rûsyay û Tirkiyê ku ji hejmareke wesayîtên bizirx pêk dihat, dewriya xwe li Gundê Aliyan, Gundên herêma Girkê Legê û devera Dêrikê pêk anî.

Rengîn Şero da zanîn ku dewriyên Rûsî li cihên ku hêzên Amerîkî jî hene têne kirin.

Karwana leşkerên Tirkiyê piştî temambûna dewriyeyê vegeriya cihê xwe yê ser sînor.

Di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de dewriyeya bejayê ya hevbeş a yekemîn a hêzên Tirkiye û Rûsyayê 1ê Mijdara 2019an li herêma di navbera 40 kîlometre rojhilatê Serê Kaniyê û 30 kîlometre rojavayê Qamişloyê de hatibû kirin.

RÛDAW

bottom of page