top of page

Bijîşkên Iraqê: Dibe rewş ji bin kontrolê derkeve


Rêvebirê Tenduristiya Parêzgeha Zîqar radigihîne, “Xelk bi şepêl têne nexweşxaneyan, bi vîrusa Korona re ti cihekî selamet nîn e. Em nizanin kengî hejmarên pêketiyan diteqin û zêde dibin.”

Çend bijîşkên(sağlık) Iraqê ji ajansa “Reuters” re axivîn û gotin: “Me gelek rewş derbas kirin, ji şer bigire û heta dorpêçê, lê ji bo vê vîrusê em ne amade ne”.

Rêvebirê Tenduristiya Zîqar Heyder Hentoş dibêje: “Amarên hene, ne rast in, ji ber ku gelek kes wê nexweşiyê bi cidî wernagire û dema bi vîrusê dikevin jî naçin nexweşxaneyan.”

Got jî: “Bi vîrusa Korona re, ti cihekî selametî nîn e. Nizanin kengî hejmara pêketiyan zêde dibin, heta batirîn sîstemên tenduristiyê li cîhanê nikarin li hember wê rawestin”.

Li Iraqê hejmarek ji mezarên Şîeyan hene, bi hezaran kes jî tê serdana wan dikin û guh nadin rênmayîn tenduristiyê.

Tevî ku mizgeft di mîkrofnan de peyam û rênmayên hikûmetê bo rûbirûbûna vîrusa Korona bang dikin, lê gelek eşîre rê nadin jinên nexweş bikevin kerentînê û wan li malê dihêlin.

Bijîşkê çavdêr li nexweşxaneya Bexdayê Dr. Leys Cober ji Reuters got: “Em ji kesên serdana mezaran dikin dixwazin ku 14 rojan xwe bixin kerentînê.”

Got jî: “Heger rewş wiha berdewam bike, dê rewş ji bin kontrolê derkeve û dibe hefteya bê hezar pêketî hebin. Kêmbûn di amûreyên henasedanê û hin amûreyên din de hene”.

Heta niha li Iraqê 458 kes bi vîrusa Korona ketine, 40 kesan jî canê xwe jidest dane.

K24

S. B

bottom of page