Bihinvedana rojên Cejna Remezana Pîroz hat dîyarkirin

Derbarê bihinvedana rojên Cejna Remezanê, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil ragehandinek belav kir.
Deqa wê ragehandinê:
Bi boneya Cejna Remezana Pîroz, hikumeta Herêma Kurdistanê bihinvedana cejnê radigehîne ku ji roja Yekşmebîyê 24/5/2020ê destpêdike û heya roja Pêncşembîya 28/5/2020 berdewam dibe.
Hatina Cejna Remzana Pîroz li hevwelatîyên Kurdistanê pîroz be û hêvîdarîn di rojên cejnê de ji bo tenduristîya hemûyan, pebandê rênimayîyên berengarbûna Vayrosa Korona bin.
Dr. Cotyar Adil
Gotebêjê hikumeta Herêma Kudistanê
21/3/2020
K24