Bi tawana destdirêjkirine ser kiçeka Êzdî, girtîyekê Daişê dihête li sêdaredan

Dadgeha Tawanên Kerix li Bexdayê siza ya li sêdaredanê bi ser girtîyekê Daişê re sepand, piştî ku hat tawanbarkirin bi destdirêjkirine ser kiçeka Êzdî.
Ew çekdarê girtî yê Daişê, naznavê Ebû Humam li ser xwe danîye û li derdora dema girtina Şengarê , li 3yê/ Tebax a 2014yê destditêdestdirêjîya Sêksî kirîye ser kiçeka Êzdî.
Civta Bala ya Dadwerîya Îraqê di beynnameyekê de, xuya kirîye, kiçeka Êzdî şikat li dijî wî çekdarî tomar kirîye, û di şikatnameya xwe de ragehandîye, çekdarên Daişê, ew bexşîn e evî çekdarî li şûna birîndarbûna wî.
Ev biryara dadgehê li ser binema ya madeya çarem ji yasa ya berengarbûna terorê, hejmare 13 ya sala 2005ê derketîye.
K24