top of page

Bi boneya salvegera bombebarana Qeladizê Serok Barzanî peyamek belav kir


Bi boneya salvegera bombebaran kirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma Beis a Iraqê Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye;

Li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma berê yê Iraqê ve, Serok Barzanî li peyamek da, silav ji bo xweragirî û qehremaniya xelkê serbilindê Qeladizê re dişîne ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmanî li 24/04/1974 silav dişînin ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê. Dijmin xwest bi bombebarankirin û paşê jî wêrankirina Qeladizê û veguhestina xelkê wê, îradeya xelk Qeladizê bişkîne û jiyan û şoreşgêrî li wê deverê da nehêle. Lê belê ewe xelkê Qeladizê bû ku li ser dijmin da serkeft. Silav li xweragirî û qehremaniya xelkê serbilindê Qeladizê.

Mesûd Barzanî 24.04.2020

BasNews

bottom of page