top of page

Berpirseka Rojavayê Kurdistanê: Tirkiye dixwaze vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê belav bike!


Berpirseka Rojavayê Kurdistanê dibêje, Tirkiye bi şandina kesên ku guman tê kirin bi vîrusa Koronayê ketibin, dixwaze vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê belav bike!

Endama rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, Hediye Yûsif ji malpereka nêzîkî PYDê re gotiye, dewleta Tirk hewl dide Koronavîrusê derbasî Rojavayê Kurdistanê bike û gotiye: "Agahî di destê me de hene dibêjin ku dewleta Tirk kesên ku guman tê kirin bi vîrusa Koronayê ketibin, derbasî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dike!”

Hediya Yûsif her wiha gotiye ku dewleta Tirk wê nexweşiyê mina çekekê li dijî gelê kurd bikar tîne û bi vî rengî  qanûnên mafên mirovan binpê dike, ev jî wan ditirsîne.

Wê berpirsa kurd ya Rojavayê Kurdistanê daye zanîn ku zêdebarî hebûna metirsiya Koronayê lê êrişên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin.

Hediye Yûsif, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrişên Tirkiyê jî rexne kiriye û gotiye ku bi berdewambûna bêdengiyê dê êrişên Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê bidomin.

BasNews

bottom of page