Berhemên Şêrzad Hesen dibin Kurmancî

Saziyekî çap û weşanê ya bakurê Kurdistanê hemû çîrok û romanên nivîskarê navdar ê kurd Şêrzad Hesen dike bi kurmancî.
Saziya çap û weşana Dara li Amed a bakurê Kurdistanê ragehand, di demekî nêzîk de hemû çîrok û romanên Şêrzad Hesen dê bikin kurmancî û belav bikin.
Heman saziyê ragehand ku biryare vê havînê merasîmek taybet bo ‘’Novlêtî ango çîroka Hesar û Segekanê Bawkim ango Hewş û seyên bavê min’’ ku nivîseke Şêrzad Hesen e û dê li bakurê Kurdistanê bi amadebûna nivîskar encam dide.
Şêrzad Hesen li bajarê Hewlêrê, taxa kevin a bi navê Xaneqa ji dayik bûye. Sala jidayikbûna wî ne diyar e, lê di navbera 1951 û 1952an de ye. Xwendina xwe heya berî zanîngehê li Rewandiz û Hewlêrê qedandiye. Di sala 1974-75an de zanîngeha Bexdayê ya ziman û edebiyata ingilîzî qedandiye.
Şêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêşî di navbera salên 1975-78an de di kovara Roşinbîrî Niwê ku li Bexdayê derdiket, belav kir. Di navbera salên 1978-82an de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hawkarî de belav kirin.
Şêrzad Hesen gelek berhem ji zimanê ingilîzî wergerandine ser zimanê kurdî, û xwediyê gelek çîrok û romanan e, weke: Tenahî, Gula Reş, Hesar û segên bavê min, Deşta karmamizên kuştî, Xewna Pîrepindan, Pîre perwaneyên êvaran û hinekên din. Vêga li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê dijî.
Weşanxaneya Dara navenda wê li Bakurê Kurdistanê ye.
Biryar Koyî
BasNews