Berevaniya sivîl ya Iraqê: Li deverên Kurdistanî 551 donim zevî şewitîne

Rêveberiya giştî ya berevaniya sivîl ya Iraqê ragihand, heta niha 551 donim zeviyên genim û ceh yên cotkaran li deverên Kurdistanî şewitîne.
Ev çend roj in zevî û erdên cotkarên kurd li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê tên şewitandin. Lê kes nizane ew ji aliyê kê ve tên şewitandin.
Rêveberiya giştî ya berevaniya sivîl ya Iraqê ragihand, ji roja 21 Adara îsal heta 17 Gulana îsal (duhî) 114 rûdanên şewata zevî û dexlên cotkaran qewimîne.
Wê rêveberiyê daye zanîn, di encama wan şewatan de 666 donim zevî şewitîne ku tenê li deverên Kurdistanî yên Kerkûk û Diyale 551 donim zevî şewitîne!
Berpirsê PDKê li bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, Cewad Mihemed li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, lawaziya hêzên Iraqî sebeba serekî ya wan rûdanan ji ber ku DAIŞ bi kêfa xwe digere û zeviyên welatiyan dişewitîne.
Cewad Mihemed her wiha got, ev du sal in genim û zeviyên cotkaran tên şewitandin û keda wan vala diçe. Ji ber wê jî heta Pêşmerge venegere deverên Kurdistanî, rewş aram nabe û kurd jî ziyanê bibînin.
BasNews