top of page

BasNews, belgeyekî derbarê radest kirina Mistefa Selîmî ji Îranê re aşkera dike


Girtiyê kurd Mistefa Selîmî piştî ku asayîşa YNKê û encamderên 16ê cotmeha 2017ê yên nav wê partiyê ew radestî Îranê kirin, hat darve kirin, aşkera bû ew li herêma Kurdistanê bû. Li gor danaberhev a wêneyên ku di dema yekem demjimêrên darve kirina Mistefa Selîmî hatin belav kirin, ku mizgeftekî de ew wêne hatibûn kêşan, dema danaberhev li gel wêneyên pêgeha ‘’Siyagwêz û Yadeweriyekan’’ ku 27.07.2019ê de belav kirine û nivîsandiye mizgefta gundê Siyagwêz, bi ronî aşkera dibe ku Mistefa Selîmî li herêma Kurdistanê bûye û nav wê mizgeftê de wêneyên wî hatine kêşandin. Herwaha kesekî xelkê wî sînorî ji basnewsê re ragehand: ‘’Ew kes li girtîgeha Seqîzê bûye û bi derketina vîrusa korona re li gel 70 kesên din li girtîgehê reviyaye. Ji Bane ve hatiye gundê Siyagwêz. Ji wê derê çûye mala Sîrwanê Newedê. Wî jî asayîşa Pênciwênê agahdar kiriye, piştre çûye mizgefta Siyagwêz. Ji wêderê jî asayîş hatiye ew biriye Germikê.’’ Herwaha got, Mistefa Selîmî bixwe neçûye nahyeya Germikê, ‘’asayîş hatiye ew biriye Germikê, eger na ew li gundê Siyagwêz bû li wê derê hat girtin.’’ Heman çavkaniyê red kir, ku rûniştvanên Pênciwên û gundên wê xelkê kurd radestî Îranê bike û teqez kir: ‘’Xelkê me peyvendiya xwe bi vî karî ve tine, asayîşê ew kar kiriye.’’

BasNews



bottom of page