Balyozê Çînê li Îsraîlê di mala xwe de mirî hat dîtin

Balyozê Çînê li Îsraîlê li mala xwe mirî hat dîtin û heta niha sedema mirina wî nehatiye aşkerekirin.
Polîsê Îsraîlê ragihand, îro, 17.05.2020, Balyozê Çînê li Îsraîlê Du Wei li mala xwe ya li bajarê Tel Avivê, mirî hatiye dîtin.
Polîsê Îsraîlê ragihand, wan lêkolîn derbarê bûyerê de dane destpêkirin.
Li gor lêkolînên destpêkê Du Wei ku temenê wî 58 sal e, di nav cihê xwe de mirî hatiye dîtin ku bi tenê di malekê de ji hevjîn û kurê xwe cuda dijî.
Du Wei meha Sibata îsal, ji aliyê Pekînê ve weke balyozê Çînê li Îsraîlê hatibû destnîşankirin û piştî kerentînekirina bo maweyê 14 roj ji ber rêkarên xweparastina ji vîrusa koronayê, naverasta meha Sibatê, li Tel Avivê dest bi kar kiribû.
Herwiha ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê û rêkarên hikûmeta Îsraîlê, Du Wei heta roja mirina xwe jî nekarî li gel serokê Îsraîlê kom bibe û fermana destbikarbûnê pêşkêş bike
RÛDAW