Balefirên Tirkiyeyê gundên devera Dînarte bordiman kirin

Îro danê sibê balefirên artêşa Tirkiyeyê sê gundên devera Dînarte ya ser bi Akrê ve bordiman kirin.
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê diyar kir ku balefirên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên pkkê li deverê de, sê gundên Cemşêrtê, Siranî û Baboliyan li devera Dînarteyê bordiman kirine.
Peyamnêrê me eşkere kir ku ti zirareke canî ya vê bordimanê nebûye lêbelê tirs û fikar li cem şêniyên wan deveran çê bûye.
KTV