top of page

Balafirên Tirkiyê devereke Başûrê Kurdistanê bombeberan dikin


Qaymeqama Rewandizê ji Rûdawê re ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê îro careke din devera Zînî Wertê bombeberan kirin. Peyamnêrê Rûdawê li deverê dibêje, balafirên Tirkiyê baregeheke nû ya PKKê li Zînî Wertê bombebaran û wêran kirine.

Qaymeqama Rewandizê, Kuyistan Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “balafirên Tirkiyê îro beriya kîliyekê baregeheke PKKê bombeberan kirin.”

Kuyistan Ehmed herwiha diyar kir, “cihê ku hatiye bombebarankirin, tenê 200 metreyan ji baregeha Lîwaya 7 a Piyade ya Soranê dûr bûye.”

Qaymeqama Rewandizê dibêje, balafirên şer ên Tirkiyê “herdu burcên Korek Telecom û Asia Cell” bombebaran kirine û hêj jî li esmanê deverê dizivirin.

Bi gotina Kuyistan Ehmed, “ew bû 3 caran li ser hev ku Tirkiye devera Zînî Wertê bombebaran dike û vê carê navenda baregeha PKKê ku heftiyek e di navbera herdu burcên Korek Telecom û Asia Cell de hatiye danîn, bûye armanca êrîşê.”

Peyamnêrê Rûdawê li Soranê, Bextiyar Qadir ragihand, balafirên Tirkiyê îro di saet 11:20an de baregeheke nû ya PKKê li Zînî Wertê bombebaran kirine, herwiha balafiran Çiyayê Helemûn jî li sînorê qezaya Rewandizê jî bomnbebaran kirine.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, di encama bombebaranê de ew baregeha PKKê bi temamî wêran bûye û hemû gerîlayên nava wê baregehê jiyana xwe ji dest dane.

Bextiyar Qadir got: “Li gor agahiyên destpêkê 8 gerîlayên PKKê di nava baregehê de bûne, ku hemûyan jiyana xwe ji dest dane.”

Lê belê PKKê heta niha li ser wê bombebaranê û zirarên wê ti daxuyaniyek nedaye û kuştina ew 8 gerîlayên xwe piştrast nekiriye.

Fermandeyekî Lîwaya 7 a Hêza Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebarana îro ya Tirkiyê bo ser devera Zînî Wertê de, 4 Pêşmerge birîndar bûne, ku birîna wan sivik e.

Di meha bihorî de hêzeke pêşmerge ya ser bi Lîwaya 7 a Piyade ya Soranê ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve li Zînî Wertê bicih bûbû, paşê Yekeya 70 a ser bi YNKê ve hêza 122 şande herêmê, piştre PKKê jî hêzek şand deverê û gerîlayên PKKê li nava burca Asia Cell a li herêmê baregeha xwe ava kirin.

Şeva bihorî jî du balafirên şer ên Tirkiyê devera Zînî Wertê bombebaran kiribûn.

RÛDAW

bottom of page