Başûr – Li Seyîd Sadiq pêşangeha tabloyên mamostayan hat vekirin

Li bajarokê Seyîd Sadiq yê Başûrê Kurdistanê, pêşangehek bo nîşandana nîgar û tabloyên mamostayên hunerê yên dibistanên deverê hat vekirin.
Îro li bajarokê Seyîd Sadiq li parêzgeha Silêmaniyê, pêşangehek bo nîşandana nîgar û kevalên mamostayên hunerê yên dibistanên wê deverê hat vekirin.
Berpirsê çalakiyên hunerî li rêveberiya perwerdeya Seyîd Sadiq, Casim Xefûr li ser vê çalakiyê ji BasNewsê re got, di pêşangehê de 29 keval û tablo, ku ji aliyê 29 mamostayan ve hatibû kişandin, hatin nîşandan.
Casim Xefûr her wiha got, naveroka tabloyan zêdetir li ser perwerde, tundiya li hember zarokan û jinan, jîngeh û kolberiyê bûn.
BasNews