Bîrnebûnê 76

Ali Ciftci, Muradov Hamlet ile birlikte.
Bîrnebûnê 76
Di vê hejmara me ya Bîrnebûnê de birêz, Dr Mikaîlî li gor belgenameyên arşîva Serokwezerata Tirkiyê, bi sernivîsa Îskana kurdên şexbezenî li Anatolîyê qala îskana mecbûrî ya şêxbezenîyan li Anatolîyê bi pêşgotinekê li gel orijinala belgeyan hem bi kurdî hem jî li gel zimanê orîjînal a osmanî amade kiriye. Bi vê re şexbizinîyên li mintiqa Heymanayê gund bi gund li gor eşîr û bawermendîya mezhebî şematîk hatine nivîsandin.
Di van salên dawîn de di warê sinemayê de derhênerên kurd berhemên balkêş amade kirine. Yek ji wan jî Samî Mermer e, ji gundê Qulto (Sağlık) ye. Gundê wî girêdayê Cîhanbeylîya Konyayê ye.
Hevkarê kovara me rojnameger Adem Özgür hevpeyvînek bi Samî Mermer ra kiriye. Di wê nasandin û sohbetê de agahdarîyên balkêş hem li ser jiyana derhênerê hêja Samî Mermer û hem jî li ser hunera wî ya filmî de hene.
Fikret Çeşmeli ji gundê Kozanlîyê 1975an de hatiye Swêdê. Kalikê Fikret di sala 1924an de ji Agiriyê (Qerekosê) koçberî Anatolîya Navîn dibe û li gundê Kozanliyê bi cih dibe. Bavê Fikret Muharrem jî di sala 1966an de ji bo kar tê Swêdê. Fikret di sala 2015an de bîranînên xwe bi swêdî nivisîye û wek kitêb bi navê Brinnande snö och torrt regn mellan två kulturer (Di navbera du çandan de berfa bipêt û barana ziwa) hatiye belavkirin. Birêz Rohat Alakom bi sernivîsa Bîranînên Fikret Çeşmeli hem ev kitêba daye nasandin û hem jî beşek ji vê bîranînê ya bi navê “Pîzexaneya Tommy” wergerandiye kurmancî.
İhsan Türkmen serpêhatîya Colo bi sernivîsa Colo-2 berdewam dike.
Birêz Xelle Girdê li ser eşîrên Încovê kurtenivîsek bi navê Malbata Toktamış Ateş nivisîye û bi çend wêneyên ji salên 1930-1970 di vê hejmarê de hatiye weşandin.
Rohat Mîran bi sernivîsa Zimanê min çawa ji ber destên min çû? balê dikişîne ser girîngîya zimanê dê. Di vê kurtebîranîna xwe ya dema destpêka dibistanê de, bahs dike ka çi bi serê wî û zimanê wî de hatîye. Di vê nivisê de piranîya kurdan dikarin xwe bi hêsanî tê de bibînin.
Xalit Temlî yek ji şagirdên Seyid Alp e ku dibistana mamosteyî li Kirşehirê xwendiye. Bi sernivîsa Ew di şevên tarî de stêrka sibê bû bîranînên xwe yên wê wextê nivisîye û bi çend wêneyan ve xemilandîye.
Ecevit Yıldırım bi kurteçîroka xwe ya bi navê Reşo-3 di vê hejmarê de berdewam e.
Rûjhat Esîman bi kurdîya şêxbizinî nivîseka rexneyî û dîtinên xwe bi navê Kurdîzwanî û kultûrmendî nivisîye.
Hizir Akbina li ser meslega şofêrîyê lêkolînek bi navê Şofêrên berê yên alîyê me bi çend wêneyên kevn ve amade kiriye û ji bo lêkolîna xwe bi Hacî Yusuf Îlhan re jî sohbetek kiriye.
Fatos Koyuncuer Brunner bi sernivîsa Tiştên ku winda dibin - Dawetên berê, balê dikişîne ser edetên zewac û dawetên me ka çing hatine guhartin.
Nuh Ateş, bi sernivîsa xwe ya Ji vir û ji wê, Mulla Evîndar bi çarînên xwe, Seyfi Doğan bi kurtehelbestên xwe yên bi navê Quto, Berîvan Keskin, Abdulbaki Xalisinan, Mem Xelîkan bi helbestên xwe ev hejmara dewlementir kirine.
Nuh Ateş çîrokeke almanî ji yên Grîmm a bi navê Kumsorik ji bo dîyarîya şagirtên dersa kurdî û mamosteyên wan li bajarê Schweinfurtê-Almanyayê bi taybetî ji bo wan ji almanî wergerandiya kurdî.
Perîn Esmeroglu, romana Ahmed Bilge Kerpîç xwendiye di vê hejmarê de dida nasandin û herwiha rexneya xwe jî nivisîye.
Bi hêvîya ku ev hejmar ji li gor dilê we be di sala nû de bi hêvîyên nû jîyaneka bextewar bo we dixwazim.
Alî Çîftçî