Bîranînên hejmarek ji pêşmergeyan derbarê Idrîs Barzanî de

Idrîs Mistefa Barzanî ku kurê mezin ê Mele Mistefa Barzanî û yek ji serkirdeyên diyar ên Kurd e, sala 1944 li gundê Barzan li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Dema temenê wî 4 sal bûye, ligel malbata xwe, ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve, bo başûr û naverasta Iraqê hate dûrxistin û heta 11 salan jiyaneke zehmet, dûr ji welatê xwe derbas kir, lê piştî destpêkirina Şoreşa Îlonê di sala 1961an de dibe Pêşmerge.
Idrîs Barzanî piştî karesata sala 1975 û têçûna şoreşê, serpireştiya penaberên Kurd ên Başûrê Kurdistanê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dikir û bû yek ji endazyarên serhildana şoreşê û rêkxistina hêzên Pêşmerge. Idrîs Barzanî herwiha wek endazyarê dirustkirina bereya Kurdistanî jî tê naskirin.
Hejmarek ji pêşmergeyên berê yên ku bi Idrîs Barzanî re bûne, behsa kesatiya wî dikin.
Xane Mîr Mistefa yek ji wan pêşmergeyan e ku bi Idrîs Barzanî re bûye, temenê wî niha 89 sal e û sala 1961an bûye pêşmergeyê Şoreşa Îlonê. Xane Mîr Mistefa di sala 1969an de li Dîlmana Balekayetiyê bûye pêşmergeyê Idrîs Barzanî ku wê demê Şoreş û tevgera Kurdî li dijî hikûmeta Iraqê di şer de bû.
Xane Mîr Mistefa derbarê Idrîs Barzanî de ji Rûdawê re ragihand: “Wê demê (Idris Barzanî) serpireştê eniya şer bû li Zosk, Hendrên û wan navçeyan. Hertim bixwe di rêza pêş de bû û yek çirke jî ji şer û pêşhatan bê agah nebû. Ti deman cudahî di navbera xwe û Pêşmerge de nedikir. Hertim serdana Pêşmergeyan dikir û nedihîşt ku kêmasiyan wan hebin.”
Eşqî Husên pêşmergeyekî din ê Idrîs Barzanî ye. Temenê wî niha 59 sal e û di 16 saliya xwe de li bajarokê Sîlvana yê ser bi Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê tevlî refên Hêza Pêşmerge bûye.
Eşqî Husên jî derbarê kesatiya Idrîs Barzanî de dibêje: “Dema ez bûme Pêşmerge, ji bo çalakiyekê em hatin Başûrê Kurdistanê, Idrîs Barzanî wê demê karekî giring sparde min, çimku yek ji wan kesan bû ku gelek baş teknîkên serbazî didanî.”
Pêşmerge Eşqî Husên herwiha dibêje: “Her dema ku pêşmergeyek ji bo daxwazekê diçû cem wî, dilê wî nedişikand û destbetal ew venedigerand.”
Behaedîn Ebdullah, pêşmergeyekî din ê Idrîs Barzanî ye, ew jî dibêje: “Piştî ji başûrê Iraqê ve hat, êdî nexwand lê belê di ast de te nedikarî wî li gel kesekî xwedî bawernameya Bekaloriyusê berawird bikî, zimanzan bû û xwedî destxet û nivîseke gelek baş bû.”
Piştî şikesta Şoreşa Îlonê û di salên destpêyê yên Şoreşa Gulanê de, pêşengê rêxistin û destpêkirina Şoreşê bû, hejmarek pêşmergeyên berê şahdiya wê yekê û danûstandinên wî bi hikûmetê re bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê didin. Xane Mîr Mistefa derbarê vê yekê de dibêje: “Dema Sedam hate Navpirdanê û Mele Mistefa pê re rûnişt, ji çayçiyê xwe re got, here bêje bavê min ka dê rê bide ez bikevin hundir an na. Mele Mistefa razî bû, Idrîs pê re axivî û ewqas bi bandor bû, ku Sedam ji axavtin û gotinên wî matmayî ma.”
Mîr Mistefa derbarê serpireştîkirina awareyên şoreşê yên li Îranê de jî dibêje: “Dema Mele Mistefa nexweş ket û kek Mesûd pê re çû Amerîkayê, êdî Idrîs bû serpireştê hemû awareyan û haya wî ji hemû kesî hebû.”
Idrîs Mistefa Barzanî, sala 1944 an li Barzan ji dayik bû û roja 31ê Çileya 1987an li bajarê Sîlvana yê ser bi bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ve koça dawî kir.
Idrîs Barzanî li goristana gundê Helecê yê ser bi devera Mergever a Urmiyê li tenişt Mele Mistefa Barzanî hat veşartin. Piştî serhildana sala 1991ê termên Mele Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin vegrandin û li Barzan bi xakê hatin spartin.
RÛDAW