Artêşa Tirkiyeyê devera Sîdekan topbaran dike

Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekanê ragihand ku ev çar seate ku topxaneyên artêşa Tirkiyeyê jiber hebûna navendên gerîlayên PKKê gundên derdorê Sîdekanê bi tundî topbaran dike.
Peyamnêrê Kurdistantvê eşkere kir ku artêşa Tirkiyeyê qontarên çiyayê Şekîf û geliya Şêxzadan û derdorê topbaran dike.
Peyamnêrê me eşkere kir ku her çend deverên dûr ji gundan tên topbarankirin lêbelê car car top di 1km nêzî gundên deverê de dikevin û ev yek jî bûye sedema çê bûna tirs û fikaran li cem şêniyên deverê.
N: E. G
KTV