top of page

Artêşa Tirkiyeyê devera Ehresê topbaran kir


Li gor jêderên nûçeyan ji Rojavayê Kurdistanê, îro çarşem, artêşa Tirkiyeyê û komên cîhadî, bi tundî devera Ehresê ya ser bi Şehbayê topbaran kirine.

Jêder behsa vê yekê kirin ku her çend topbaran zirarên canî li pey nebûne, lêbelê zirarên mezin yên madî gehandiye mal û milkên şêniyên deverê.

Hate zanîn ku top di nava malan de ketine û çend mal jiber topan rastî zirarên mezin yên madî hatine.

N: E. G

KTV

bottom of page