top of page

Artêşa Tirkiyê Til Temir, Eyn Îsa û Til Rifatê topbaran dike


Artêşa Tirkiyê di çarçoveya êrîşa xwe li ser Rojavayê Kurdistanê de, gundên Serê Kaniyê, Til Temir, Eyn Îsa û bajarokê Til Rifat topbaran dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê xalên rêjîma Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Til Werd, Ribîat, Xirbit Şiîr û Um Kêf li derdora bajarokê Til Temirê topbaran kirin.

Diyar kir jî, piştî ku hêzên Rûsî alên xwe ji ser xalên xwe danîn, pêleke koçberiyê ya berfireh li bajarokê Zirgan û gundên Kisra û Dehir Ereb yên li gundewarê Serê Kaniyê çê bû.

Ji aliyekî din ve, medyaya nêzîkî HSDê belav kir, topxaneya artêşa Tirkiyê bajarokê Eyn Îsa û xwaringeha Seqir a li ser riya navdewletî M4 topbaran kirin.

Herwiha diyar kir jî, ji şeva bûrî ve artêşa Tirkiyê bajarokê Til Rifatê û gundê Bêlon, Eyn Deqna, Malkiyê û Şiwarxe topbaran dike, lê ta niha ziyanên wê êrîşê nehatine ragihandin.

S. B 

K24

bottom of page