top of page

Artêşa Sûriyeyê gehêşte Îdlibê


Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê, operasiyonên artêşa rejîma Sûriyeyê yên bo kontrol kirina Îdlibê û derxistina cîhadiyan didomin.

Navendê di raporta xwe de behsa vê yekê kiriye ku piştî kontrol kirina rêya M5 ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve, artêşa Sûriyeyê ber bi Îdlibê ve di pêşrewiyê deye û niha tenê 3 km maye ku artêş bikeve nava bajarê Îdlibê.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku li devera Ezazê jî artêşa Sûriyeyê pêgehên cîhadiyan bordiman kiriye.

Herwiha tê gotin ku di nava sê rojên dawî de herî kêm 143 hezar kes ji Îdlibê aware bûne û berê xwe dane deverên din.

KTV

bottom of page