top of page

Amnesty raporta xwe ya Rojava û Efrînê belav kir


Di raporta Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî de tê gotin ku di êrîşa Tirkiyê bo ser Serê Kaniyê û Girê Spî ‎de 180 sivîlan canê xwe ji dest dane.‎

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) di raporta xwe ya salane de ragihandiye ku ‎di êrîşa Tirkiyê ya 9ê Cotmeha 2019an bo ser Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê de 180 ‎sivîlan canê xwe ji dest dane.‎

Herwiha tê gotin ku grûpên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike, bê ferq û cudahî saziyên hikûmî, ‎dibistan, firne û cihên sivîlan dikin armanc.

Rêxistina Lêborînê di beşa “Revandin û kuştinan” a raportê ‎de, behsa kuştina Siyasetmedara Kurd û Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef dike ku roja ‎‎12.10.2019an li ser rêya navbera Til Temir û Eyn Îsa ji aliyê çekdarên Ehrar El Şerqiye ve hatibû kuştin.‎

Herwiha di raportê de behsa Efrînê jî tê kirin ku di 18ê Adara 2018 de Tirkiye û “Artêşa Azad a Sûriyê” ew ‎xistine jêr kontrola xwe û dibêje, Tirkiyê rê daye grûpên çekdar ku nehêlin xelk vegerin malên xwe, ‎dest deynin ser malên sivîlan û hinek mal jî wek baregahên leşkerî tên bikaranîn.‎

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî daneyê Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî jî piştrast dike ku li ‎Efrînê sivîl bo fîdyeyê tên revandin û sivîlên daxwaza mal û milkên xwe jî dikin bi tohmeta endamê ‎Hêzên Sûriyeya Demokratîk in tên revandin.

RÛDAW

bottom of page