Amerîkayê dest bi proseya vekişandina hêzên xwe ji Efxanistanê kir


Amerîkayê di çarçova rêkevtina li gel Talîbanê, dest bi proseya vekişandina ‎hêzên xwe ji Efxanistanê kir.‎

Berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê, ragihand ku qonaxa destpêkê ya ‎vekişandina hêzên wan ji Efxanistanê dest pê kiriye.

Her li gor daxuyaniyên wî berbirsê Amerîkî ku navê xwe aşkere nekiriye, li gor rêkeftina navbera Talîban û Amerîkayê, Washington divê di ‎dema 10 rojan de piştî îmzekirina rêkeftinê, dest bi vekişandina hêzên xwe ji Efxanistanê ‎bike û di 14 mehan de jî proseya vekişandinê temam bike.‎

Niha hejmara hêzên Amerîkayê li Efxanistanê 13 hezar serbaz dibe, li gor rêkeftinê jî, Amerîka di ‎qonaxa yekem de 8 hezar serbaz li Efxanistanê kêm dike.‎

Gotûbêjên berfireh ên navbera Amerîka û nûnerên Talîbanê ji 2018ê ve li Dohaya Qeterê destpê kiribûn ‎û yek ji bendên girîng vekişîna hêzên Amerîkayê bû ji Efxanistanê bi du qonaxan. Qonaxa yekem piştî 4 ‎meh û 2 hefteyan destpê dike û Amerîka ji 14 hezar serbaz ku ji sala 2001ê ve li Afganîstanê bicîh kirine, ‎‎8 hezar û 600 serbazan vedikişîne. Qonaxa duyem jî vekişandina wan 5 hezar û 400 serbazan e ku ‎dimînin, ew jî piştî 14 meh di ser qonaxa yekem re derbas dibin destpê dike.‎

Lê herdu qonax jî bi merc in, divê Talîban peywendiyên xwe ligel Qaîde û grûpên çekdar ên radîkal qut ‎bike û li ber wan grûpan bibe rêgir ku hewl didin êrîşên çekdarî û kiryarên tûndûtûjî bikin. Herwiha dest ‎bi gotûbêjên ligel hikûmeta Efxanistanê bike ku heta berî îmzekirina vê rêkeftinê, Talîbanê ew hikûmet ‎wek kafir, nerewa û kirêgirtiyê Amerîka û Rojava binav dikir, niha ku rêkeftin hatiye îmzekirin, heta roja ‎‎29ê Gulana îsal jî, hikûmeta Efxanistanê Rêxistina Talîbanê ji lîsteya rêxistinên qedexe û cezakirî ‎derdixe.‎

Heta niha behsa hûrgiliyên taybet bi sîstema siyasî ya nû ya Efxanîstanê piştî vê rêkeftinê nehatiye ‎kirin, lê di gotara taybet bi merasîma îmzekirina rêkeftinê de, Talîbanê li ser zimanê Nûnerê Talîbanê ‎Mulla Ebdulxenî Birader tekez li ser girîngiya danîna sîstemeke Îslamî ya bihêz li Afganîstanê kir.

Ji xeynî hêzên Amerîkayê, NATO û hevpeymanên wê ki ji 39 welatan pêk hatine nêzîka 17 hezar ‎serbazên xwe li Efxanistanê bicîh kirine ku rahênanê bi hêzên hikûmeta Efxanistanê dikin û di warê ‎serbazî de dibin hevkar. Li gor rêkeftinê, NATO jî hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vedikişîne.‎

Piştî êrîşa 11ê Îlona sala 2001ê, Amerîkayê hêza serbazî bi nav Efxanistanê û dijî Talîban û Qaîdeyê dest ‎bi şer kir. Şerek ku baca wê bo Amerîkiyan 2 hezar û 400 serbazên Amerîkî û xerckirina zêdeyî yek ‎trîlyon dolar bû. Bo Efxaniyan jî, kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar xelkên sivîl, serbazên Efxanî, ‎çekdarên Talîban û wêrankirina serxan û jêrxana aborî ya welatê wan bû.

RÛDAW