Amerîka: Pêkhateyên li Herêma Kurdistanê ji yên Iraqê azadtir in

Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî li Amerîkayê (USCIRF) ragihand ku di sala 2019an de pêkhateyên olî yên li Herêma Kurdistanê ji yên li Iraqê azadtir bûn.
Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî li Amerîkayê raporta xwe ya salana ya derbarê azadiya olî li cîhanê de belav kir.
Di wê beşa raportê ya peywendî bi Rojhilata Navîn de heye, dibêje ku di sala 2019an de pêkhateyên olî yên li Herêma Kurdistanê ji yên li Iraqê azadtir bûn
Li gor raportê li Iraqê di sala 2019an de derbarê mijara azadiyên olî de pêşketin hebûye, lê bi giştî rewş bo Amerîkayê bûye cihê dilgiraniyê.
Di raportê de tê gotin ku “pêkhateyên olî li Deşta Mûsilê û Şingalê dema vegera xwe de rûbirûyê astengiyên mezin bûne, lê divê rewşa wan a ewlehî bo heyameke dûr û dirêj were parastin.”
Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî li Amerîkayê herwiha dibêje ku koçberên li Herêma Kurdistanê têkilî civakê bûne û ti cudahî di navbera wan û xelkê herêmê de nemane.
Di beşeke din a raportê de hat ragihandin ku ji sedî 30 heta ji sedî 50 Kildanî, Aşûrî û Mesihiyên ji ber şerê li dijî DAIŞê koçber bûne, vegeryane bo ser mal û cihên xwe û ewên li Hewlêr û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê, bi şêweyeke giştî hest bi ewlehî û selamatiya xwe dikin.”
Li gor heman raportê hinek grûpên Heşda Şeibî weke Hêza Betalyon ku ji çekdarên mesihî û KurdênŞebek pêk tê, pisgirêk bo koçberên Mesihî yên Deşta Mûsilê di dema vegerê de derxistine.
Ew raporta USCIRF herwiha ameje bi wê yekê dike ku êrişên Tirkiyê yên li Şingalê li dijî gerîlayên PKKê bûne sedema bêaramiya navçeyê.
Di beşeke din a raportê de hate diyarkirin ku rewşa azadiya ayînî li Herêma Kurdistanê li gor salên pêştir nehatiye guhertin û misilman û pêkhateyên din ên li herêmê gelek ji yên li Iraqê azadtir in.
USCIRF di sala 1998an de weke komîsyoneke serbixwe hate avakirin û girêdayî hikûmeta Amerîkayê ye û li seranserê cîhanê çavdêriya azadiya ayînî dike û salane weke raport belav dike.
RÛDAW