Amerîka dixwaze sîstema Patriot li Herêma Kurdistanê bicih bike

Cîgirê Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Kongressê radigihîne, heger Amerîka sîstema berevaniyê Patriot li Iraqê bicih bikin, divê li Herêma Kurdistanê be.
Kongressmanê Amerîkî û Cîgirê Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Kongressê Michael McCaul li ser egere bicihkirina sîstema berevaniya li dijî mûşekan Patriot li Iraqê ji K24ê re ragihand, pêwîst e destpêkê Iraq daxwaz ji Amerîka bike wê sîstemê li Iraqê bicih bikin.
Michael McCaul got: “Niha guftûgo berdewam in, divê di vê rewşê de Iraq bi fermî daxwazê ji Amerîka danîna sîstema Patriot a li dijî mûşekan bike. Ji piştî êrîşên li ser binkeya serbazî ya Amerîkî li Iraqê, pêwîst e ew sîstem li wê navçeyê bê danîn, bo parastina Iraq û serbazên Amerîkî jî.”
Tekez kir jî: “Di rastiyê de, Kurdistan ewletirîn navçe li tevahiya Iraqê ye û me gelek çaran behsa wê xalê kiriye, ku baştir e sîstema Patriot li Kurdistanê bê danîn.”
Pêştir jî, piştî êrîşa mûşekî li ser binkeya Amerîka li Iraqê, Wezareta Berevanî ya Amerikayê (Pentagon) ragihandibû, dê mûşekên Patriot li binkeyên xwe yên serbazî li Iraqê bicih bike.
S. B
K24