AMED – Piştî 4 salan di keysa Tahir Elçî de gaveke berbiçav hat avêtin

Çar sal piştî kuştina Serokê berê ya Baroya Amedê Tahîr Elçî, Dozgeriya Amedê hêj nû dest bi nivîsandina angaştnameyê kir.
Piştî angaştname biqede dê doz bê vekirin. Piştî çar salan cara yekemîn e ku dozgerî di keysa Tahir Elçî de gaveke berbiçav davêje û îfadeya 3 polîsan weke gumanbar digre.
Ev 215 hefte ne ku parêzerên Baroya Amedê ji bo ronîkirina keysa serokê xwe yê berê Tahir Elçî, li ber Dadgeha Amedê çalakiyek bêdeng li dar dixin.
Piştî 4 salan cara yekemîn e ku di keysa Tahîr Elçî de pêşveçûnek çêdibe. Dozgeriya Amedê îfadeya 3 polîsan weke gumanbar girt û dest bi nivîsandina angaştnameyê kir. Êdî vekirina dozê teqez e.
Cîhan Aydin, Serokê Baroya Amedê dibêje, “Beriya her tiştî divê ev angaştnameyeke dadyane be û hemû rastiyan derxe holê. Ev çar sal in ku yek gavek nehatibû avêtin. Divê dozger hincetên vê yekê jî bi zelalî bibêje. Ya duyemîn jî îfadeya 3 polîsan weke gumanbar hatiye girtin lê ev polîs hêj serbest in. Divê ev polîs derhal bêne zindanîkirin. Lê mixabin dewlet di dozên wiha de weke polîtîkayek polîs û leşkerên xwe ceza nake. Divê ev polîtîka bê guhertin.”
Rêveberên Weqfa Tahir Elçî jî van pêşveçûnan ji nêz ve dişopînin. Ew naxwazin hêviya xwe ji dest bidin lê pişta xwe jî bi temamî bi van pêşveçûnan ve girê nadin.
Mafnas û Rêveberê Weqfa Tahir Elçî, Mursel Ekîcî diyar dike, “Di destê dewletê de ew îmkanên peydakirina kujer hene. Dikarin peyda bikin. Lê ez bawer im di dozên wiha de dewlet an jî siyaseta konjokturel çawa dimeşe rêveçûna wan dosyeyan jî wisa dimeşe û encam jî mixabin li gorî wê dibe.
Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an li navçeya Sûrê ya Amedê, di dema daxuyaniyeke çapemeniyê de li ber bi dehan kamerayan hatibû kuştin. Lê ji wê rojê ve derbarê gumanbaran de tu doz nehatibûn vekirin.
RÛDAW