AMED - Navçeya Baglarê di bin xetereyeke mezin de ye

Navçeya Baglara Amedê bi nifûsa xwe ya 388 hezarî ji 50 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mezintir e. Lê bi avahiyên xwe yên ku bê plan û proje hatine çêkirin jî navçeya xetere ye jî, nexasim jî Baglara kevin.
Navçeya Baglara Amedê ku bi nifûsa xwe ji 50 bajaran mezintir e, di bin xetereyeke mezin de ye. Li gorî pisporan eger erdhejeke bi hêz li derdora Amedê çêbe herî kêm 10 hezar avahî dê li vê navçeyê hilweşin û xelk di bin kavilan de bimîne. Ji ber vê yekê bang li dewletê dikin ku beriya karesateke mezin pêşî li vê rewşa xirab bê girtin.
Avahiyên qat bi qat ku her yek ji ya din bilindtir û bê kolon in, xirabtirîn avahiyên Amedê ne. Piştî erdheja ku li Xarpêtê çêbû, Baglar careke din bi van avahiyên ne saxlem xwe xiste bîra pisporan. Li gorî pisporan pir ne dûr e ku nêzîkî Amedê erdhejek çêbe û Baglar serobino bibe.
Derbarê mijarê de pisporê erdhejê û endezyar Li Zanîngeha Dîcleyê akademîsyen Şefîk Îmamoglu ji Rûdawê re got: “Erdheja ku li Xarpêtê bûyî, bandoreke xwe ya mezin li ser vê derê jî çêkir. Yanî ger ev erdhej nêziktir bûna, hêza wê piçekî zêdetir bûya, li Baglara Amedê îhtîmal heye ku ji 10 hezarî zêdetir xanî xisareke mezin bibîne.”
Şaredariya Baglarê ji bo ku avahiyên ne saxlem bêne xirakirin û di şûna wan de avahiyên nû bêne çêkirin projeyek amade kiriye. Li gorî vê projeyê dê destpêkê bi qasî zeviyeke 50 donumî xanî bêne xirakirin û li heman cihî avahiyên nûjen bêne lêkirin.
Rêvebirê Beşa Îmarê ya Şaredariya Baglarê Firat Kiliç jî dibêje: “Mixabin em ji avahiyên Baglarê re dibêjin darbest li ser darbestê. Lewre tu xizmeteke endezyarî û mîmarî lê nehatiye kirin. Avahiyên li Baglara kevin ne di erdhejê de, niha jî mirov rîskeke mezin in. Me projeya ji nû ve çêkirina Baglarê da Wezareta Bajarvaniyê. Em ê dest pê bikin. Pêvajoya nûkirinê pêvajoyeke pir dirêj e. Em dê berdewam bin.”
Li Baglarê xanî ewqas di nava hev de û bê ser û ber hatine çêkirin ku di karesateke xwezayî de ne hawarçoyek ne jî agirkujek nikare bikve kuçeyên wê. Ev yek mirovan zêdetir ditirsîne.
Navçeya Baglarê ji 12 taxan pêk tê û 11 taxên vê navçeyê di bin xetereya rûxandinê de ne. Rûniştvanên wê jî welatiyên herî hejar ên Amedê ne û li benda çareseriyê ne.
Rûniştvana Baglarê Muhterem Avci jî dibêje: “Ger erdhej çêbe dê hemû avahî bi ser me de bêne xwarê.”
Rûniştvanê heman navçeyê Firat Şahîn jî got: “ Erdhejek çêbibe li Baglara kevir li ser kevir namîne.”
Mehmet Cengîz jî anî ziman: “Erdhej çêbe ez bawer nakim li Baglara yek avahiyeke saxlem jî bimîne.”
Welatî Ehmed Çelîk jî diyar dike “Gerek Baglara bi tevahî ji nû ve çêkin û baş çêkin.”
Navçeya Baglarê di salên 90î de bi koçberiya kesên ku ji gundên xwe bi zorê hatin derxistin tije bû. Ji ber koçberiya ji nişka ve xaniyên Baglarê li derveyî pîvanên mîmariya standard hatin lêkirin. Bêpîvaniya mîmarî ya wan demên neçariyê, niha dibe ku bibe pîvanê çarenivîseke reş.
RÛDAW