AMED - Kelha Zêrzewanê ya 3000 salî niha di rojeva cîhanê de ye

Piştî xebat û hewldanên 7 salan Kelha Zêrzewanê û Perestgeha Mîtrasê ya li heman cîhê, ku di navbera parêzgehên Amed û Mêrdînê de cîh digirin, ji aliyê saziya navdewletî UNESCO'yê ve wek mîrateyên mirovahiyê ya cîhanê hatine pesendkirin, bi tevlîbûna Kelha Zêrzewanê û Perestgeha Mîtrasê, niha bûne 4 şûnwarên bajarê Amedê ku cîhê xwe di Listeya Demki ya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê de girtin, di sala 2015 an de jî Sûra Amedê û Baxçeyên Hevselê ketibûn heman lîsteyê "
Kelha Zêrzewanê ya 3000 salî, niha di rojeva cîhanê de cîhê xwe girtiye.
Heta heft sal berê jî ew cîheke bêxwedî bû; lê lêkolînên di van 7 salê dawî de li ser hatine kirin, dîroka wê yê ku tê zanîn her paş de bir, îro ew bû remzeke sereke ya dîroka bajarê Amedê û kete listeya demkî ya saziya navnetewî UNESCOyê
Kelhe ji aliyê Romayiyan ve li ser 60 hezar metre çargoşe û girekî 124 metrê hatiye lêkirin; wek bajarekî leşkerî derdorê wê bi sûr û bircan dorpêçkiriye, bilindahiya dîwarên wê 15, dirêjiya wê 1200 metre ye.
Bêguman semboleke Zêrzewanê jî Perestgeha Mîtrasê ye ew ku li banê kelhê ye; herwisa yekemîn perestgeha Olî ya Mîtrasê ya li Rojhilat e; niha ew jî wek Kelha Zêrzewanê li Lîsteya Demkî ya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê zêde bû
Şûnwarnas Dr. Aytaç Coşkun ku ew û tîma xwe ev 7 sal in li Zêrzewanê kolanên şûnwarnasiyê dikin, ji Rûdawê re ragihand ku îro ew bi vê biryara UNESCO'yê serbilind in.
Serokê Tîma Lêkolînên Zêrzewanê Doç.Dr. Aytaç Coşkun wiha dibêje: “Ketina lîsteya ya UNESCO ji me re 2 avantajên mezin çêdike, êdî em dikarin xebatên xwe yên kolan û lêkolînên xwe berfirehtir bikin; herwisa ew dê di warê geştyariyê de jî geşbûneke berbiçev peyda bike. Armanca me salane serdana 1 milyon geştyar e; herwisa em dê ji niha şûn de hewldanên xwe bikin ku Kelha Zêrzewanê ji listeya demkî bixin listeya mayînde, tê zanîn 18 şûnwar niha li Tirkiye di lîsteya mayînde de ne.”
Gundê li bin qûntara Zêrzewanê gundê Xanika Jêrê ya Çinara Amedê ye.
Bi qasî Dr. Aytaç Coşkun xelkê gundê Xanika Jêrê jî, ji biryara UNESCOyê kêfxweş in û ew pê bawer in ku ev biryar dê bi xwe re gelek derfetên kar û aboriyê jî bîne.
Xelkê gundê Xanika Jêrê Semed Caner jî dibêje: “UNESCOyê kelha me li listeya xwe zêde kir; vê yekê em gelek kêfxweş kir, ji bo me şanazî ye, em di hemû nûçeyan de dibînin ku hemû cîhan behsa kelha me û gundê me dike.”
Niştecihê Xanika Jêrê Resûl Erkan jî dibêje: “Dewlet li serê Mamoste Aytaç keda wî gelek e, îro ev destekftiyê me ye û Xwedê jê razî be.”
Kesekî bi navê Selîm Cankurt jî anî zimna: “Ev encam ji bo me gelek girîng e; ji bo ku qîmeta derdorê gundê me zêde bû û dê çûn û hatina geştyaran zêde bibe.”
Sala borî 355 hezar ji nav Tirkiye û 69 hezar jî biyanî, li ser hev 424 hezar geştyaran serdana Kelha Zêrzewanê kirin, wisa tê payîn ku ev şûnwara stratejîk a di navbera şaristaniyên wê demê Amîda û Darê de, piştî biryara UNESCOyê ew dê hejmara serlêderên xwe zêdetir bike.
RÛDAW