top of page

Amêdî- Di 3 salên dawiyê de 28 hemwelatî ji ber şerê PKKê û Tirkiyê şehîd bûn


Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê di 3 salên dawiyê de heta niha li navçeya Amêdî ya Duhokê 28 hemwelatî şehîd bûne.

Zêdetir ji 20 sala ye ji ber şerê PKKê û Tirkiyê li 5 herêmên Amêdiyê li herêma "Şêladzê, Dêrelûk û Rêkan, Nêrwe û Doskî Bala" zêdetir ji 100 gund hatine valakirin û din ava 3 salên dawî de 38 hemwelatî ji ber şerê PKKê û Tirkiyê şehîd bûne.

Her sal ji ber bordûmanên PKKê zirareke mezin a maddî digihê rez, daristan û baxên hemwelatiyan li Şeladizê û Dêrelûkê. Ji ber metirsiya jiyanê xelkê herêmê newêrîn biçin gundên xwe li ser bax û bostanên xwe dibin armancên êrîşên bordûmanên Tirkiyê.

Herwha herî dawî duhê li nahiyeya "Şeladizê" ya ser bi Amêdiyê ji ber bordûmana firokeyên Tirkiyê 5 sivîl mirin. Xelkê herêmê daxwazê ji PKKê dike herêmên wan bi cî bihele da ku ew jî nebin armancên firokeyên şer û vegerin ser gund û herêmên xwe.

RÛDAW

bottom of page