top of page

Aldar Xelîl: Qonaxa duyem a danûstandinên li gel ENKSê rawestiyaye


Endamê Lijneya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Aldar Xelîl Aldar ragihand, ew qebûl nakin li ser navê PYDê diyaloga yekîtiya Kurd bihê ferzkirin.

Aldar Xelîl dibêje, "Ji ber ku ENKSê qebûl nake Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurdan beşdar bibin, diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo demeke nediyar hate rawestandin."

Piştî ku qonaxa yekemîn ya diyaloga yekîtiya Kurd di navbera PYD û ENKSê de bidawî hat, çavê li ser qonaxa duwem in. Alêdar Xelîl dibêje, Ji ber ku ENKSê xwest  tenê bi PYDê re hevdîtinê çê bike, hevdîtin rawestiyan.

Endamê Lijneya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl got jî,  ENKS bi awayek nerênî nêzîkî diyalogê bû. Ji ber cudahiya nêrînên di vî warî de, ne diyar e ku dê hevdîtin kengî bidomin.”

RÛDAW

bottom of page