Alî Babacan partiya xwe ragihand: Em dê pirsa Kurd çareser bikin


Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Alî Babacan partiya xwe bi fermî ragihand û diyar kir ku ew dê pirsa Kurd çareser bikin û got ku daxwazên ji bo zimanê dayikê mafekî mirovî û pêdiviyeke pedagojîk e.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Alî Babacan ku dest ji AK Partiyê berdabû, îro di merasîmekê de li Enqereya paytexta Tirkiyê, Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) bi fermî ragihand.

Alî Babacan di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û behsa bername, armanc û sozên partiya xwe kir bo pêşerojê.

Alî Babacan di wê gotara xwe de got, “Dem, dema wergirtina berpirsyariyê ye, dema başbûnê ye bo Tirkiyê” û amaje bi heyama damezrandina partiya xwe kir û got, “Me ji hemwelatiyan pirs kir ka çi dixwazin. Ev prose di dîroka siyasî ya Tirkiyê de yekem e ku bi îstîşareyeke bi vî awayî berfireh, partiyek tê damezrandin.”

Di wê gotara xwe de Babacan rexne li desthilata Tirkiyê jî girt û got, “Ne mimkun e Tirkiye bi hişmendiyeke siyasî ku xwe nû nake, rêya xwe berdewam bike. Dem, dema nûbûnê ye.”

Alî Babacan, got ku ew nasname û ramanên ciyawaz weke dewlemendiyekê dibînin û diyar kir, “Em dê rêzê li şêwaza jiyana her kesî bigirin. Em pîroziyên xwe yên olî nakin amrazên bangeşeya siyasî. Rêyên bo diyalogê dê her tim vekirî bin.”

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê, tekez kir ku ew dê benda hilbijartinê daxînin û got, “Em civaka sivîl weke hêmaneke sereke ya demokrasiyê dibînin” û ragihand ku ew dê rê li ber serbixwebûna wan û derbirîna hizrê vekin.

Alî Babacan got ku wekhaviya zayendî ya civakî, prensîbeke sereke ye bo wan û diyar kir ku armanca wan ew e pêgeha jinê di nav civakê û warê kar de bihêz bikin.

Di dewama gotinên xwe de Alî Babacan diyar kir, “Terorîzm bandoreke xerap li ser civak û aboriya me dike” û got, “Di serî de FETO, PKK û DAIŞ, ji aliyekê ve gef in bo yekgirtin û sîstema yasayî ya me û li aliyê din asteng in li pêş avakirina pêşerojeke bihêztir” û got, “Bêyî ku em tawîzekê bidin em dê bi biryar têkoşîna xwe li dijî van rêxistinan bidin.”

Derbarê sîstema serbazî ya li wî welatî de jî, Babacan got ku armanca wan ew e, sîstema leşkeriya neçar û bi berdêl bi dawî bikin û artêşeke profesyonel pêk bînin.

Alî Babacan got ku ku siyaseta derve ya Tirkiyê di heyama desthilatdariya partiya wî de dê xwedî du armancên girîng be û got, “Yekem, pêkanîna ewlekariya niştimanî ya Tirkiyê û duyem, hevkarbûna li gel aramî û mezinbûna me di warê aborî de.”

Di gotara danasîna partiya xwe de Babacan amaje bi wê kir, di qonaxên zehmet ên Tirkiyê de wî erk wergirtiye û got ku bi vîzyon û gavên bi biryar wan welat anîn asteke baş û diyar kir, “Eger ew biryardarî hatiba dewamkirin, ji wê vîzyonê, ji demokrasî, dadwerî û prensîban venegerîban, niha dê me çîroka serkevtinê nivîsandiba. Lê mixabin ew rêya ku lê destpêkirin û rêya ku niha li ser diçin, gelek ji hev cuda ne.”

Herwiha Alî Babacan got ku ew pirsgirêkên sereke li Tirkiyê dizanin û tekez kir, “Em ji bo demokrasî, dadwerî, azadî, aştî, aramî û xweşguzariyê derdikevin rê.”

Pirsa Kurd û perwerdehiya bi zimanê dayikê li Tirkiyê

Di bernameya partiya DEVA de, behsa pirsa Kurd û çareserkirina wê pirsê jî hatiye kirin û hatiye gotin ku “kêmasiyên Tirkiyê yên di warê mafên mirov û hiqûqê de, faktorê sereke ye di çavkaniya pirsa Kurd de û tê tekezkirin, “Ev pirsa ku xwediyê rabirdûyeke dirêj e, di warê aborî, siyasî û mirovî de bûye sedema gelek encamên neyînî. Li gel ku gelek aliyên vê pirsê hene, peywendîdar e bi bicîkirina daxwazên hemwelatîbûna wekhev, azadî û mafên demokratîk ên hemweltiyên me yên Kurd.”

Serokê partiya DEVA dibêje, ew dê pirsa Kurd bi avakirina bingeheke demokratîk bo gotûbêjkirina daxwazan, berfirehkirina qada azadî û bicîkirina hiqûqê, çareser bikin. Babacan diyar jî dike, Tirkiyeke ku pirsa Kurd çareser kiriye dê di warê demorkatîk de pêş bikeve, çavkaniyên xwe di warên pêwîst de bikar bîne û aboriya xwe bihêz bike.

Derbarê perwerdehiya bi zimanê dayikê de jî Alî Babacan diyar dike, ew rast nabînin mijara zimanê dayîkê bibe mijara pevçûnê û got, “Li gel fêrkirina zimanê Tirkî bi awayekî baş, em daxwazên bo zimanê dayikê, naskirina ciyawaziyên çandî weke mafekî sereke yê mirovî û pêdiviyeke pedagojîk dibînin.”

Di vê çarvovê de Babacan dibêje, ew dê rê li ber wê vekin ku hemû hemwelatî zimanê xwe yê dayikê bikar bînin û pêş de bibin û diyar kir, ew dê hişmendiyeke hemwelatîbûnê ya ku hemû pêkhateyên olî û etnîkî li xwe digire, pêk bînin.

Her di wê gotora xwe de Serokê Partiya DEVA Alî Babacan tekez kir ku ew dê diyalog û peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê pêş de bibin û got ku “yekgirtina axa Iraqê, bihêzkirina hikûmeta navendî û pêkanîna seqamgiriyê” bo wan sereke ye û diyar kir ku li ser wê bingehê ew dê diyalog û peywendiyên li gel hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê pêş bixin.

RÛDAW