top of page

Akar: Leşkerekî me li Idlibê hate kuştin, 9 jî brîndar in


Wezîrê Bergirî ya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, serbazek wan li parêzgeha Idlibê li Suriyê hat kuştin, 9 ên din jî brîndarbûn e. Herweha wan jî, bersiva êrîşan dan e û 82 pêgehên artêşa Sûriyê kirin e armanc û 299 serbazên Sûriyê kuştin e.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Surî ya Mafên Mirovî ragihand, ku di êrîşên artêşa Sûriyê li gundên Trinbe û Mistume li gundewarên Idlibê, 4 serbazên Tirkiyê hatin kuştin, 7ên din jî brîndar bûn.

Herwiha belavkiriye, ku hêzên hikumeta Sûriyê bi dijwarî pêgehên hêzên Tirkiyê li derdora gundên Trinbe û Mistume li gundewarên Idlibê  topbaran kirin, û brîndar bi balefiran bo Tirkiyê hatine veguhestin.

BasNews

bottom of page