8 Adarê – Rêjeya kuştin û xwekuştina jinan li Rojhilat zêde bûye

Di heyama salekê de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 34 jin hatine kuştin û 114 jinên din jî xwe kuştine!
Îro 8 Adarê, roja cîhanî ya jinan e. Malpera Hengaw bi vê helkeftê amara kuştin û xwekuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye.
Li gorî wê amarê, ji 8 Adara par heta îro, herî kêm 34 jin li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber sebebên cur bi cur û ji aliyê kesên nêzîkî xwe ve hatine kuştin.
Li gorî wê amarê, rêjeya kuştina jinan li gorî par %20 zêde bûye.
Di raporta Hengawê de hatiye gotin ku di heyama han de herî kêm 114 jinan jî xwe kuştine. Ev jî li gorî par %14 zêde bûye.
Piraniya jinên ku hatine kuştin yan jî xwe kuştine, ji ber pirsgirêkên nav malbatê bûye.
Di mijara xwekuştinê de herî zêde li Ormiyê jinan xwe kuştine û di mijara kuştinê de jî herî zêde li Sine jin hatine kuştin.
BasNews