27 saziyên sivîl daxwaza parastina Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dikin

27 rêxistin û saziyên civaka sivîl û mafên mirovan daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî dikin, bilez destêwerdanê bikin û xelkê sivîl li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê bikin.
27 rêxistin û saziyên civaka sivîl û mafên mirovan yên Kurdî ku binpêkirin û tawanên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê tên kirin belge dikin, nameyek arasteyî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres kir û tê de diyar kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar di Adara 2018an de êrîşî ser Efrînê kir û dagîr kir, ji wê demê ve jî grûpên çekdar tawanên digihînin asta tawanên li dijî mirovahiyê û jenosiyd bi dermafê gelê Kurd û pêkhateyên olî yên wek Êzidî û Elewî dikin.
Herwiha di nameyê de hat jî, grûpên çekdar ji wê demê ve dest danîn ser mal û milkê xelkê, welatiyan direvînin û eşkence didin ku gelek caran welatî di bin eşkenceya hovane de hatin kuştin, bacên giran disepînin, dar û berhemên çandiniyê dişewitînin û cihên dîrokî û şûnwarî dikolin, didizin û wêran dikin.
Ew rêxistin û saziyên sivîl daxwaz ji Netewên Yekgirtî, Encûmena Asayişa Navdewletî û civakî navdewletî dikin, bilez destêwerdanê di rewşê de bikin û xelkê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê biparêzin, Tirkiye û grûpên çekdar ji herêmên dagîr kirine derxîne û wan bi herêman bixe bin parastina navdewletî û îdareya wê radestî xelkê bike.
K24
S. B