top of page

Gundên erdhej lê çêbûne pêwîstiya wan bi alîkariyê heye

Xisara Erdheja Xarpêta Bakurê Kurdistanê herî zêde li gundewarên di navbera Meletî û Xarpêtê de encam dan, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û herwiha bi sedan jî ajal ên gundiyan telef bûn. Xelkê gundê Çevrîmtaş ku li ser derza zemînê bû, daxwaza alîkariyê dikin.

Tîma Rûdawê ji bo ku karigeriya erdhejê baştir bibîne çû serdana gundê Çevrîmtaş a 60 km ji bajarê Xarpêtê dûr e, ku di erdhejê herî zêde xisar daye wî gundî.

Tîmên cendêrme piştî ku li gundê bi navê Çevrîmtaş ê Sîvrîceyê 7 mirovan ji binê kavlên xaniyan derxistin, niha jî hewl didin ku ajalên gundiyan ji bin kevr û kuçan rizgar bikin.

Ji ber ku gundê Çevrîmtaşê li ser derza zemînê bû ku erdheja 6.8 herî zêde bandora xwe li wê derê nîşan da û ji 60 xaniyên gund 40 xanî hilweşiyan û xaniyên ku man jî êdî nema têne bikaranîn.

Li gundê Çevrîmtaşê ji 7 kesên ku ji binê kavlên xaniyên rûxandî hatine derxistin, 2 kesên bi navê Remezan Ertaş û Yaşar Guçlu hem di cîh de jiyana xwe ji dest dan û rewşa 5 kesên din jî dijwar e.

Hemû zindiyên gund yên ku ji erdhejê sax filitîbûn tirs û xofa erdhejê ji ser xwe neavêtibûn, ew niha ji mirinê rizgar bûn; lê hewaya sar a ku nava rojê jî di bin sifrê de ye û herwiha nebûna banekî ku ew serê xwe bixinê û bêxwarin û vexwarinê mirinê hîn ji wan dûr nekiriye.

Mexdûra erdhejê Gulay Alpaslan dibêje: “Min gelek erdhej dîtibûn; lê ev car gelek tund û dijwar bû. Dema destpêkir wek roja qiyametê lê hat, em rabûn ku birevin; lê erd gelek dihejiya û dûv re xaniyên me hilweşiyan, ajalên me di bin de man, di vê sir û sermayê de em li ber derî ne û xaniyê me nîne, me sobe li derve vêxistiye û em germ nabin, heke alîkarî negihêje me rewşa me wek mirinê ye."

Welatî Menîce Eser jî dibêje: “Ji duh bi şev heta niha xew bi çavê me neketiye û em gelek ditirsin."

Ne tenê şêniyên gund herwiha ajalên gund jî niha tî û birçî mane, ji ber ku govên wan ên ku ka û êmên wan tê de hewandî bûn jî bi tevahî di erdhejê de hilweşiyan.

Mixtarê Gundê Çevrîmtaşê Ramazan Alpaslan jî wiha axivî: “Jiyan li vê gundê nema ji kesî re, dema erdhej çêbû em bilez çûn û me ew cîranên xwe yên ketibûn bin kavlên xaniyan rizgar kir. Jin, zarok, pîremêr gelek kes brîndar bûn; lê mixabin ji gundê me du kesan jiyana xe ji dest dan, alîkariya bi wan re dereng ket. Niha jî em û ajalên xwe hewceyê alîkariyê ne, ji ber ku xanî nînin em bikevinê û herwiha êmên ajalan nînin; zivistane çêre jî nîne."

Erdheja ku li navend û bajarokê parêzgehên Meletî û Xarpêtê encam dabû bi xwe re xisareke zêde ya canî û darayî jî peyda kir; tîmên Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Tirkiyê (AFAD) Tirkiyê bi tevahî bi 3699 stafên xwe hêj xebatên rizgarkirinan berdewam dikin; herwiha ji bo kesên mexdûr heta niha AFADê 6065 konên malbatan û 18 hezar betaniye belav kirine.

RÛDAW

bottom of page