Nêçîrvan Barzanî: Danîna Ala Kurdistanê ji bo hemû Kurdan bû û peyamek bû
Nêçîrvan Barzanî îro Înê 24ê Çile li Davosê derbarê serdana xwe û beşdariya di Korbenda Aborî ya Cîhanî de konferanseke rojnamevanî saz kir.
Di vê konferansa rojnamevanî de, Nêçîrvan Barzanî ragihand, “me li Davosê rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kir” û tekez kir, “Davos derfetek bû ji bo ku em nerîna Kurdistanê ya li ser pêşhatên navçeyê bigihînin cîhanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha derbarê mijara hebûna hêzên Amerîkayê û hevpeymanan li Iraqê de jî axivî û ragihand, helwesta Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de zelal e. Nêçîrvan Barzanî got: “Ew hêz li ser daxwaza Iraqê û ji bo alîkariya Iraqê di sala 2014 de hatine. Em di vê baweriyê de ne jî û heta niha jî em wiha difikirin ku mana wan li Iraqê ji bo rûbirûbûna DAIŞê pêwîst e.”
Nêçîrvan Barzanî behsa civîna xwe ya li gel Serokê Amerîkayê kir û diyar kir, “me li gel Trump behsa pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê kir. Serokê Amerîkayê Trump pesnê rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de da û pêzanîn hebû ji bo rola Kurdistanê û vehewandina aware û koçberan.”
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji medyayê re encama serdana xwe ya bo Davosê nirxand û bersiva pirsên wan da. Naveroka axavtina Nêçîrvan Barzanî bi vî awayî ye:
Helwesta Herêma Kurdistanê li ser xwepêşandanên Iraqê bo derxistina hêzên biyanî çî ye?
Nêçîrvan Barzanî: Helwesta Herêma Kurdistanê derbarê hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan li Iraqê de zelal e. Bi baweriya me, ew hêz li ser daxwaza Iraqê hatine ji bo alîkariya Iraqê, ji sala 2014ê ve hatine, em di vê baweriyê de ne jî û heta niha jî wiha difikirin, ku mana wan li Iraqê bo rûbirûbûna DAIŞê pêwîst e, çimku heta niha DAIŞ metirsiyekî mezin e, ne tenê bo Kurdistanê lê belê bo hemû Iraqê, lewma em wiha dibînin ku divê bimînin, heta wê demê ku em hemû alî tevde bi bawerî bikarin bêjin DAIŞ bidawî hatiye.
Asta dîplomasiya Kurd bi çi awayî ye, bi taybet piştî wan hevdîtin û civînên li gel serok û serkirdeyên cîhanê ku te di dema 4 rojên bihorî de encam dan?
Bêguman em bi fermî ji aliyê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Davosê hatine vexwandin, ku îsal 50mîn gera konferanê bû li bajarokê Davosê, me jî di vê çarçoveyê de beşdarî kir.
Bo me wek Herêma Kurdistanê, (Davos) derfetek e ku em beşdar bin li wan cihan, û em nerîna xwe li ser rewşa Herêma Kurdistanê û bi awayekê giştî pêşhatên ku îro li Iraqê rû didin, li gel berpirsên welatên din ên mezin ku beşdar dibin di vê korbendê de, behs bikin, çimku hûn bixwe dizanin pirsa Iraqê û ew pêşhatên ku niha li navçeyê hene, îro cihê giringîdana hemû wan welatan e. Her di vê çarçoveyê de jî, em li gel berpirsên mezin ên welatên derve, Sekreterê Netewên Yekgirtî, serok Trump û hejmarek ji serok û serokwezîrên welatên din û rayedarên kompaniyan civiyan, ku me têde behsa rewşa Iraqê û nerîna Herêma Kurdistanê li ser pêşhatên ku îro li Iraqê û navçeyê rû didin, gihande hemû aliyan.
Ez dikarim bêjim, asta dîplomasî û karê Herêma Kurdistanê baş e, Herêma Kurdistanê wek pêgeha xwe di çarçoveya Iraqê de û li gor destûra Iraqê cihê rêz û giringîdana civaka navdewletî ye.
Civîna we li gel serok Trump, hûn herdu alî hevnerîn bûn li ser çareserkirina pirsgirêkên aloz ên Iraqê yên niha? Di pirsa rûbirûbûna DAIŞê û alîkariya Pêşmerge de ti axavtin û gotûbêjeke we hebû?
Civîna me li gel serok Trump her di çarçoveya Korbenda Davosê de hat kirin, lê belê di vê civînê de me behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê jî li gel serok Trump kir, wî rêz û pêzanîneke mezin hebû bo rola Pêşmege û rola Herêma Kurdistanê li navçeyê bi awayekê giştî, hem bo parastina pêkhateyên navçeyê û hem rêz û pêzanîn hebû bo Herêma Kurdistanê ku bûye penagehek bo xelkê din û cihekî aram e. Rz û pêzanîn hebûn bo rola hêzên Pêşmerge di rûbirûbûn û şerê DAIŞê de.
Derbarê çareserkirina pirsgirêkên niha û aloz ên Iraqê de jî, me bi zelalî helwesta xwe ragihandiye, pêştir jî me gotiye û em niha jî dibêjin, bi baweriya me hebûna hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan ji bo hemû Iraqê pêwîst e, me bi aşkere ragihandiye û me gotiye û me li gel Trump jî behsa wê kir.
Danîna Ala Kurdistanê û nasandina we ji aliyê serok Trump ve wek Serokê Kurdistanê çi qas giring û dîrokî bû?
Bi baweriya min, Serokê Amerîkayê û welatê Amerîkayê (giringiya) pêgeha Herêma Kurdistanê dizanin, dizanin Herêma Kurdistanê statuyeke destûrî ye di nava Iraqê de. Tekez ji bo her kurdekî danîna Ala Kurdistanê tiştek e ku cihê kêfxweşiyê ye bo hemû aliyan, tevî wê yekê jî li gor destûra Iraqê ev yek rêpêdayî ye, lê vê care di civîna me ya li gel serok Trump de Ala Kurdistanê hat danîn. Ez di vê baweriyê de me, cihê kêfxweşiyê ye bo hemû kurdan li her cihekî bin, peyama wê jî tenê bo Kurdên Iraqê nebû, bi dîtina min ji bo hemû kurdan bûye, ku kêfxweş bin ew yek hatiye kirin. Ev rêzgirtin, rêzgirtina li kesekî nîne, lê belê rêzgirtina ji xebat û qurbanîdana milletekê û xwîna şehîdên milletekê ye ku di dîrokê de westiyane û xebat kirine û zehmet kişandine. Bi baweriya min, ev Ala rengvedana hemû ew dîroka milletê me ye, îro jî ku hatiye danîn ji bo kesekî nebûye, bo hemû milletê Kurd bûye û ez jî pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim, li her kurdekî li her cihekî be.
RÛDAW