HSDê êrîşeke artêşa Tikiyê û çekdaran li ser Til Temirê şikand
Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve êrîşî ser bajarokê Til Temirê kir û Encûmena Serbazî ya Siryanî jî ew êrîş şikand.
Medyayên nêzîkî HSDê belav kir, derengê şeva bûrî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrîşî ser bajarokê Til Temirê kir, lê Encûmena Siryanî ya Serbazî ya ser bi HSDê ve, bersiva êrîşê da.
Diyar kir jî, li gundên Erîşe, Qasimiyê, Rîhaniyê û Erbîn 14 serbazên Tirkiyê û çekdaran hatin kuştin û hejmarek çek û teqemenî hatin desteserkirin.
Amaje bi wê da, piştî têkşikandina êrîşê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran, gundê Um Kîfiyan topbaran kir, bêyî ku ziyanên topbaran bê ragihandin.
K24
S. B