Serokê Herêma Kurdistanê li gel Sekreterê Giştî yê NY û Serokwezîrê Yunanê civiya
Civîn di demekê de ye, ku sala bihorî, Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê, rewşa Kerkûkê û cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê de, nameyek ji Antonio Guterres re şandibû.
Îro roja dawî ya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Davosê ye. Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Davosê roja 21ê Çile dest pê kiribû û îro 24ê Çile bidawî tê.
Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de ragihandibû, ku Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê dikare “roleke sereke bilîze” weke navbeynkar û destpêkirina “diyalogeke xurt û berfireh” di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyan, ji wan jî: “Cîbicîkirina maddeya 140 a Destûra Iraqê.”
Di xaleke din a nameya xwe de, Nêçîrvan Barzanî daxwaza bilindkirina asta Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê kiribû, bi awayekê ku bi kêmanî berpirsekî Netewên Yekgirtî li Hewlêrê bihê danîn ku di asta Cîgirê Şanderê Sekreterê Giştî yê NY de be.
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz dike ku kesek weke Berpirsê Karûbarên Mirovî yê Netewên Yekgirtî were diyarkirin, çimku ew post ji sala 2015ê ve bi betalî maye.
Di xaleke din de, Barzanî daxwaz kiribû ku binkeya sereke ya Bernameya Mirovî ya Netewên Yekgirtî ji Bexdayê bo Hewlêrê were veguhastin, “çimku %90ê awareyên Sûrî yên li Iraqê û %60ê hemû awareyên Iraqê, li Herêma Kurdistanê ne.”
Di xaleke din de Nêçîrvan Barzanî daxwaz kiribû, ku di raportên Netewên Yekgirtî de amaje bi “Federalîzma Herêma Kurdistanê” bê kirin û “îtîraf pê were kirin.”
Roja 22ê Gulana 2020an Netewên Yekgirtî bersiva nameya Serokê Herêma Kurdistanê derbarê madeya 140 dabû û tê de amaje bi wê kiribû, piştî pêkanîn û destbikarbûna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, Netewên Yekgirtî dest bi karkirina li ser cîbicîkirina madeya 140 dike.
Di raporta Netewên Yekgirtî jî de li niviya yekem a 2019an ku kopîyek bo Rûdawê hatibû şandin, 33 car navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû û 12 car jî peyva ‘federalî’ bo amajedan bi dam û dezgehên hikûmeta Iraqê bikar hatibû.
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Yunanê kom bû
Li aliyê din di berdewamiya civînên li gel serkirdeyên cîhanê de, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li gel Kyriakos Mitsotakis, Serokwezîrê Yunanê kom bû.
Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno peyamnêrê Rûdawê li Davosê ragihand, piştî kombûna li gel Sekreterê Giştî yê NYê, Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Yunanê civînek encam da.
Korbenda Aborî ya Davosê ku roja 21ê vê îro bi dawî tê û di vê korbendê de nêzikî 3 hezar siyasetmedar, karsaz, akademîsyen û nûnerên rêxistinên sivîl tê de amade bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî cihê xwe di vê korbendê de girt û li gel çendîn serkirdeyên cîhanî kombûn encam dan.
RUDAW