top of page

Nêçîrvan Barzanî: Em dê alîkariya birayên xwe li Sûriyê bikin

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe ya li Davosê, amaje bi berdewambûna krîza Sûriyê kir û got, “Tiştê girêdayî bi me, em dê alîkariya birayên xwe li Sûriyê bikin, Kurdên Sûriyê. Ev jî heya bigihên çareseriyeke siyasî di çarçoveya cografiya Sûriyê de.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê di panelekê de derbarê alozî û girjiyên li Iraq û Rojhilata Navîn, rewşa xwepêşandanên li Iraqê û karîgeriya bûyer û aloziyên li Iraqê li ser Herêma Kurdistanê û herwiha krîza Sûriyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî derbarê rûdan û aloziyên li Iraqê û karîgeriya wê rewşa aloz li ser Herêma Kurdistanê ragihand, “Em xwe ji bûyerên Iraqê cuda nabînin. Bûyerên li Iraqê karîgeriyê li ser Herêma Kurdistanê dikin.”

Derbarê rola Herêma Kurdistnê li aloziyên li Iraqê, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her hewlekê dide bo aramkirina rewşa Iraqê û ragihand, “Li gel Bexdayê jî hewlên me berdewam in ji bo dîtina rêyekê bo rizgarbûna ji vê rewşa niha.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi temen û daxwazên xwepêşanderan kir li Iraqê û got, “Nivşê niha yê Iraqê ji desthilatdariya 16 heta 17 salên bihorî westiyane ku nikare pêwîstiyên wan ên bingehîn jî dabîn bike, lewma daxwaza jiyaneke baştir dikin.”

Li ser biryara parlamentoya Iraqê derbarê derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, Nêçîrvan Barzanî got, ew a ku li parlamentoya Iraqê hat kirin karekî rast nebû, serîhildana DAIŞ û terorîzmê li Iraqê metirsiyeke cidî ye û Iraqê pêwîstî bi alîkariya navdewletî û Amerîkayê heye û pêwîste hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa xwepêşandan û xwepêşanderên Iraqê de got, “Ew a niha li Iraqê rû dide, em behsa nifşekê dikin ku temenê wan ji 15 heta 23 sal e, ne Sedam li bîra wan e û ne jî Amerîka. “Ev nifş daxwaza jiyaneke baştir dike li Iraqê. Xwe berawird dike li gel hemû cihên din... Ev nifş îro westiyaye ji hikûmetên 16 bo 17 sale ku nikarin kêmtirîn asta xizmetguzariyan bo dabîn bikin.”

RÛDAW

bottom of page